Parlamenterên Partiya Çepa Kesk: Erka me bilindkirina têkoşîna aştiyê ye

Parlamenterên Partiya Çepa Kesk dan zanîn ku ew ê bi mezinkirina têkoşînê bibin bersiva êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser herêmê û daxuyaniyên xwe yên têkildarî Filistînê, xwe îfşa kiriye.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan - Tirkiyeyê piştî çalakiya 1’ê Cotmehê ya li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Hat diyarkirin ku di êrîşên 5’ê Cotmehê de hatine destpêkirin de santralên elektrîkê, îstasyonên avê, gaz û petrolê, nexweşxane û dibistan bûne hedef. Her ku diçe êrîşên ku sivîl bûne qurbanî girantir dibin. Li gorî agahiyên ku di nûçeyan de cih girtine di bombebarana cihên sivîlan ên bi SÎHA’yê de 2 jê zarok 47 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 59 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku Tirkiye bi êrîşên xwe sîstema Neteweya Demokratîk û gelê Kurd dike hedef û hat gotin ku îro li hemberî şerê Îsraîl û Filistînê xwedî helwesteke dualî ye. Helwesta Tirkiyeyê ya îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û daxuyaniyên wê yên der barê Filistînê de jî weke îfşakirina siyaseteke çawa ye, tê nirxandin. Parlamenterên Partiya Çepa Kesk Perîhan Koca û Kezban Konukçu nakokiyên li herêmê derketine û wêneyê ku piştî van pevçûnan derketiye ji ajansa me re nirxandin.

‘Xuyaye ku dixwazin li ser gelê Kurd polîtîkayên tund bidin meşandin’

Navên ku piştî hilbijartinên meha Gulanê li Tirkiyeyê ji bo wezaretan hatin destnîşankirin, pêvajoya îro diqewime nîşan didin. Parlamentera Partiya Çepa Kesk a Mêrsînê Perîhan Koca, der barê tayînkirin û nêrînên wan ên ji hilbijartinê heta îro de got: “Faşîzm weke bisiklêtê ye, gava ku pedal neke, hevsengiyê winda dike. Divê bi berdewamî pedal bê zivirandin. Hikûmet di hilbijartinan de bi ser ket, her çend bi awayekî gumanbar jî be. Piştî vê serkeftinê di sê wezaretên pir girîng de guhertin çêkir ev wezaretÊn Karûbarên Navxweyî, Maliye û Karûbarên Derve bûn. Di van her sêyan de jî kesên ku dê êrîşê zêde bikin hatin hilbijartin. Di vê serdema nû de siyaseta derve radestî Hakan Fîdan kirin. Xuyaye ku dixwazin li ser gelê Kurd polîtîkayên tundtir bidin meşandin. Gelek sedemên vê yekê hene. Mînak, di wateya aborî de tengbûna di hundir de tê jiyîn û nerazîbûna bi milyonan faktor in. Wê bi şovenîzmê hilweşîna krîzê kêmtir xuya bike.”

‘Dixwaze statuyên fiîlî ava bike’

Perîhan Koca, diyar kir ku dema li asta cîhanê tê nihêrîn tê dîtin ku Tirkiyeyek heye ji bo bibe xwedî gera sermaye û çavkaniyên enerjiyê yên li derveyê welat dikeve nava têkoşînê û wiha got: “Dixwaze xwe ji derve re veke ger gengaz be cih dagir bike, li cihên ku lê dagirkirî statuyên fiîlî yên mayînde biafirîne. Ji ber ku ji aliyekî ve wê bixwaze bibe xwedî çavkaniyên enerjiyê, ji aliyê din ve jî bi sûdgirtina ji sînorên serûbinbûyî yan jî ên ji holê rabûne û kaosan wê sînorên xwe berfireh bike. Burjuwaziya Tirk wê van deran ji danehevê re veke. Ew ê hewl bide bi rengekî bi navê rewatiya êrîşa li ser gelê Kurd bi pêş bikeve.” Perîhan Koca diyar kir ku divê şer ne weke bijarteyek, weke encameke pêwîst a pêvajoya ku em tê re derbas dibin bê dîtin û got: “Ger mirov li şerê Filistîn, Ukrayna, Karabaxê û şerê li dijî Rojava binêre, di rastî de di yek xalê de li hev tên. Sîstema cîhanê ku ji kontrolê derketiye, pevçûnên herêmî û cîhanî bi leztir dike û belavbûna wan zêde dike. Bawer im ev normaliya me ya nû ye.” Perîhan Koca di nirxandina xwe de bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî û got: “Berjewendiyên dewletê, yan jî bi awayekî vekirî, berjewendiyên çîna serdest, faktora herî girîng a polîtîkayên derve diyarker e” û diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane, çi Rojava çi Filistîn bin, tenê wek îstatîstîk tên dîtin.

‘Êdî tiştek nîşkegavî nîne’

Perîhan Koca bersiva pirsa “Pevçûnên Îsraîl-Filistîn, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava li Rojhilata Navîn tişta ku tê armanckirin û rewş çi ye” wiha da:

“Divê em krîza hegemonyaya cîhanî biçûk nebînin. DYA ya ku hegemonyaya wê kêm dibe û Çîna ku di bilindiyê de daxwaza cihê xwe li ser maseya rojê dike. Bi şiklek hişk, pêşbirka Rojava-Çîn bi vî şeklek li her erdnîgariyê belav dibe. Bila şaş neyê fêmkirin, şerê Rojava rasterast ne parçeyek ji vê yekê ye. Alternatîfa populîst a ku gelê Rojava li Rojhilata Navîn afirandiye, ji valahiya têkoşîna hegemonyayê ya li herêmê derxistiye, derketiye holê û bi gotina firsend e dixwazin vê bifetisînin. Dîsa dibe ku rêxistinên hevalbendên Filistînê, ji valahiyên li herêmê sûd bigrin, tevgerek wiha kirine. Êdî tiştek nîşkegavî nîn e.

Di qonaxa pêşbirka navneteweyî de her tişt dizivire û realîze dibe. Ger hûn bala xwe bidinê, şerên ku ji dawîbûnê dûr in, zêde dibin û belav dibin. Ya girîngtir, ne zehmet e ku mirov pêşbînî bike ku di demek nêzîk de wê gelek pevçûnên din jî li van zêde bibin. Li Rojhilata Navîn, bi taybetî bi ketina Çînê ya herêmê re tişt hîn aloztir bûn. Bi vî rengî, herêmên ku jixwe di nav pevçûnan de ne, nakokiyên sînorên dîrokî yên ku hema hema li her welatekî Rojhilata Navîn dide tevgerkirin.”

‘Hiqûqa şer tam hatiye karîkaturîzekirin’

Qanûna şer an jî sûcê şer bi taybetî bi şerê Filistîn-Îsraîlê re dîsa bû mijara bultenên nûçeyan. Dîmenên ji herêmê tên beşek ji delîlên sûcên şer in. Ev têgehên ku hem bi bûyerên li Filistînê hem jî li Rojava dîsa hatin ser maseyê, ji aliyê desthilatdariya Tirkiyeyê ve jî tên ziman. Di dema ku ev gotin ‘bi nakok’ hatin dîtin, Perîhan Koca bi van gotinan ev rewş rave kir:

“Çînên serdest ji bo ku hovîtiya xwe veşêrin hiqûqa şer wek paçê veşartinê bi kar anîn. Demek di demên hevsengiyê de bi qismî hat teqezkirin, dema ku hat binpêkirin, derxistin pêşberî dadgehê, her çend zextek pir zêde hebû jî, hin kiryar hatin cezakirin, lê zêde gav nehatin avêtin. Niha em di dawiya çîroka ‘nirxên Rojavayî’ de ne ku piştî hilweşîna Sovyetê hat ragihandin. Hiqûqa şer tam hatiye karîkaturîzekirin. Gotina hiqûqa şer ji aliyê Erdogan ve hat ragihandin ku ev karîkatur vediguhere komediyeke reş. Pevçûnên Îsraîl-Filistîn nakokiyek e ku Erdogan bi kêmanî dikare herî hindik retorîk jê werbigire. Ji aliyekî ve hevalbendê wê yê heskirî li Rojhilata Navîn û li aliyê din gelê Filistînê yê misilman. Ew bixwe siyaseteke çawa dişopîne? Erdoganek heye ku mudaxeleyê goşt û şîr nake, bi dewleta Îsraîlê re têkiliyên xwe yên baş didomîne û ji birayên xwe yên Misilman ên di pevçûnan da mirin re ji dervey sersaxiyê tiştekî din nake.”

‘Tê xwestin ku jiyana alternatîf bifetisînin’

Perîhan Koca der barê li Bakûr û Rojhilatê Sûriye hedefgirtina sivilan û qadê jiyanê de wiha got: “Ev têkoşîna çînan e. Ev têkoşîna sîstemê ye, bersiva pirsa hêzên navneteweyî çima bêdeng in ji ber vê derê ye. Hedefgirtina navendên Rojava û qadên jiyanê û bêdengbûna hêzên navneteweyî tehemulnekirina alternatîfa jiyana wekhev ji bo gelê Rojhilat Navîn ku cehenemê dijî. Di ceribandinên dawî de derket holê ku dixwazin jiyana alternatîf a ketiye meriyetê bifetisinin. Ji ber ku dixwazin herêmê veguherînin pergala kapatalîzmê û çavkaniyên herêmê ji bo komkirina kapîtalîzmê bi kar bînin. Modelek demokratîk a gel tehemul nakin.”  

’Êrîşa li ser statu û dîzayna siyaseta navxweyî’

Sedema herî girîng a êrîşa dewleta Tirk li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema neteweya demokratîk dibîne. Parlamentera Stenbolê ya Partiya Çepa Kesk Kezban Konukçu bi taybetî bal kişand ser vê yekê û bi vê girêdayî da zanîn ku polîtîkaya hundir jî şêwe girtiye û got: “Êrîşa Tirkiyeyê li dijî Rojava divê weke êrîşek di serî de li dijî statuya gelê Kurd ê li herêmê were xwendin. Li dijî herêmê polîtîkayek wiha tê meşandin, di heman demê de li hemberî polîtîkaya hundir a dewleta Tirk bi xwe pêngaveke dest pê kiriye. Ji bo sazîkirina faşîzmê hewl dide hevsengiya di polîtîkaya hundir de dîzayn bike. Li aliyekî êrîşên leşkeri li dijî Rojava pêk tîne, li aliyê din jî bi operasyonên siyasî li dijî îradeya muxalefeta civakê û bi taybetî gelê Kurd û kedkarên Rojava li ba hev dikin. Êrîşên ku di vê wateyê de li ser partiya me, operasyonên siyasî di asta ku em hemû dizanin de ne. Divê ev êrîş wiha werin xwendin. Êrîşek li dijî hevsengiya bi destxistina statuya gelê Kurd e û di heman demê de em dikarin weke dizyana polîtakayên hundirin jî bixwînin.”

‘Sedema bêdengiyê hevsengiya hêzan e’

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê der barê tiştên ku ev bi salan e tên jiyîn de bêdengiya civaka navneteweyî û dewletên garantor tê rexnekirin. Kezban Konukçu ev bêdengî weke hevsengiya hêzan pênase kir û wiha got: “Hêzên navneteweyî, bi taybetî li herêmê bêdengiya li dijî êrîşên dewleta Tirk temamî bi hevsengiya hêzan ve girêdayî ye. Li aliyekê ABD hewl dide Tevgera Azadiya Kurdan lez bike, Rusya jî hêzeke emperyalîst û navneteweyî bi xwe planên wê hene û ji bo bi xwe meriyetê dixwaze ji wê hevsengiyê sûd bigre. Daxwaza me ewe ku hêzên navnetewî li dijî van êrîşan tiştekê bêje, lê belê em difikirin ku destpêkê em gelê herêmê, gelê cîhanê û bi têkoşîna gelê bindest wê şer bi dawî bibe, bi têkoşîna gel a bi hevre gel wê di nava wekhevî û edaletê bi aştiyek mayînde jiyan bikin bikeve meryetê. Divê wateyê de bendewariyên em ji hêzên navnetewî ne gelek in.”

‘Em wekheviya hêzan rast nabînin’

Kezban Konukçu Rojhilata Navîn weke topa agir bi nav kir û der barê êrîşên Îsrailê de wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk li dijî Rojava, êrîşên Filistinê li dijî Îsrailê mixabin eve diyardike ku gelê Rojhilata Navîn di nava topa agir dene. Dema em pevçûnên Filistîn-Îsraîlê dinirxînin divê hevgirtî bin û de destpêkê de li Filistînê hêzek dagirker ev bi salane li wêderê, ew tiştên ku Îsrailê bi gelê Filistin dayî jiyan kirin, em bi awayek aşkere polîtîkayên dagirkeriya dibînin û di vê wateyê de ji bo gelê li wê derê divê em xwedî sekin bin. Hêzên ku bi navê hevgirtin hene wekheviya hêzan em rast nabînin. Divê hêzên navneteweyî di vê wateyê de bibin xwedî seknek û em ne li bendê ne xetek aşkera ya hevgirtinê nîşan bidin.”

‘Daxuyaniyên ku tên dayîn nayên qebûlkirin’

Kezban Konukçu bal kişand ser nakokiyên daxuyaniyên herî dawî yên Tirkiyeyê der barê Filistînê de û wiha got: “Desthilatdariya ku bi xwe dibêje ‘One Minute’ hewl dide dilê gelê li herêmê qezenc bike, li dijî gelê xwe yê mazlum şer daye îlankirin. Di nava şerê cidî de oparasyonên siyasî, qetilkirinan ev 20 sal zêde ye hewl dide desthilatdariyê rêve bibe. Di heman demên de pirsgirêka Filistînê ne hevgire. Weke ku li gel gelê Mazlum ê Filistinê ye xwe diyar bike, li hevkirina bi Îsrailê re jî li holê ye. Redkirina van li hevkirina nayê kirin. Hevnegirtin li vê derê xistina çavan û divê were gotin û îfşakirin. Bi xwe li Rojava êrîşî gelê sivîl, nexweşxane, nevendên sivîlan dike li wê derê dibe sedema mirina sivîlan. Li Filistinê di nava pefçûnan de weke ku bê alî, weke ku bi xwe tu sûcê şer nake daxuyanî dayîn nayê qebulkirin. Hêzên ku li beramberî me ji bo berjewendiyên xwe ji bo parastina desthilata xwe û mayîndekirinê êrîşên li dijî gelê mezlum divê em bibinin. Tişta ku divê em bikin avakirina qadek aştiya mayînde ye di nava gelan de divê em têkoşînê bilind bikin.”