Parlamenterên HDP’ê ji bo Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne

Ji derveyî siyasetmedar û wekîlan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdana duyem hat kirin. Parlamenterên HDP’ê li ber deriyê wezareta edaletê çalakiya xwe berdewam kirin.

Navenda Nûçeyan- Piştî banga Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Şevîn Coşkun, Sezaî Temellî û Abdullah Koç, îro parêzerên baroya sedsalê ya hiqûqê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin daxwaza hevdîtina vekirî kirin.

Parêzerên buroya hiqûqê ya sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî di nava serlêdana de cihê xwe girtin. Parêzeran diyar kirin ku di nava hefteyê de em du caran serlêdana ji bo hevdîtina bi Abdulla Ocalan re dikin lê belê ne erênî, ne jî neyênî em tu bersivan nagirin. Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal dan zanîn ku piştî 8 salan dikaribûne bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û herî dawî jî ji 02-22’ê Gulanê û 7’ê Tebaxa sala 2019’an de dikaribûn hevdîtinê bikin û ji wê dîrokê heta niha me tu hevdîtin nekirin û rê nayê dayîn em bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.

Parlamenterên HDP li ber deriyê wezaretê ne

Çalakiya rûniştinê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza parêzer bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin duh dan destpêkirin, di roja duyemîn de berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serpîl Kemalbay, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Nûran Îmîr, Abdullah Koç, Şevîn Coşkun û Erdal Aydemîr bi pankartên bi nivîsa “Bila hiqûq li Îmraliyê bê pêkanîn” , “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” , “Dawî li şer û tecrîdê bînin”, “Bila parêzer biçin Îmraliyê” hatin ber Wezareta Edaletê.

Xwestin parlamenteranû çapemeniyê asteng bikin

Polîsên ku parlamenterên hatin ber deriyê Wezareta Edaletê çalakiya rûniştinê pêk anîn asteng kirin, nehiştin li ber deriyê wezaretê daxuyanî bê dayîn. Polîsan hatina ber deriyê wezaretê jî asteng kirin û destûr nedan rojnamevan dîmen û wêneyan bikişînin.

 Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bertek nîşanî negirtina qada nobetê ya rojnamevanan da û wiha got: “Ev rewş bi awayekî zelal dide nîşandan ku tecrîda li Îmraliyê belavî hemû civakê bûye. Em sansura li dijî çapemeniyê qebûl nakin û em ê bi her awayî riyên ku dengê xwe bigihîjînin gel bibînin.”

‘Qanûnê bi cih bînin dest ji sûcan berdin’

Dîlan Dîrayet Taşdemîr got: “Em demeke dirêj e li dijî tecrîda li Îmraliyê berdewam dike AKP’ê û Wezareta Dadê vedixwînin ku hiqûqê pêk bînin. Em bi desthilatdariya ku hiqûq û makeqanûna xwe nas neke re rûbirû ne. Me di her platformê de bandora tecrîdê ya li ser siyaseta Tirkiyeyê bi dengekî bilind parve kir. Mixabin desthilatdariya AKP’ê xwe di tecrîda li Îmraliyê de jî ker, kor û lal dike. 21 meh in agahî nayê girtin. An AKP ji gel re derewan dike an jî Girtîgeha Îmraliyê ne cihekî ku hiqûqa Tirkiyeyê lê derbas bibe. Girtîgeha Îmraliyê girêdayî kîjan hiqûqê ye? Heke ne girêdayî Wezareta Edaletê be, raye di destê kê de ye? Bila wê demê wê aşkere bikin. Em vê qebûl nakin. Gotin CPT çûye Girtîgeha Îmraliyê. Çûye lê hevdîtin kiriye yan nekiriye em nizanin. Birêz Ocalan çima bi şandeya CPT’yê re hevdîtin nekir? Fikarên me hene. Fikarên gel û demokratên pêşeroja Tirkiyeyê difikirin hene. Divê desthilatdar û Wezareta Dadê têkildarî vê mijarê daxuyaniyek bidin. Girtîgeha Îmraliyê ne girtîgeheke ji rêzê ye. Difikirin ku ev mesele dê were jibîrkirin. Ev mesele nayê jibîrkirin. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye jî demokratîk nabe. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe pirsgirêkên vî welatî nikarin bên çareserkirin. Heke îro em di nava xirabiya têkiliyên mafya û siyasetê de bin û nikarin hesabê pereyê ji berîka me derkeve bipirisin sedema wê tecrîda li Îmraliyê ye. Pirsgirêka Kurd e. Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin demildest bê rakirin û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Em bang li Wezareta Dadê dikin, bila dest ji sûc berdin.”

‘Em tecrîdê şermezar dikin’ 

Çalakiya li ber Wezareta Dadê didome. Parlamenter ji bo daxuyaniyê bidin ber bi Meclisê ve dest bi meşê kirin. parlamenteran li vê derê der barê polîtîkayên tecrîdê de daxuyanî dan. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay axivî û  got: “Em tecrîda li ber Wezareta Edaletê li me hatiye kirin şermezar dikin. Ferqa vê tecrîdê û tecrîda li Îmraliyê, girtîgehan an jî tecrîda li her derê Tirkiyeyê li azadiya karker, kedkar, jin û gelan tê kirin nîne.”

‘Deriyê Îmraliyê vekin’

Serpîl Kemalbey wiha got: “Polîtîkayên tecrîda girankirî yên desthilatdariyê bi xeter in. Divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin, di serî de parêzer divê ku malbat bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û ji bo li Tirkiyeyê demokrasî û aştî pêk were divê muzakere û diyalog bê destpêkirin. Li girtîgehên Tirkiyeyê gelek girtiyên nexweşên giran hene divê demildest bên berdan. Daxwaza me ya azadiya girtiyên siyasî heye. Em ji Wezareta Dadê dixwazin ku peywira xwe bi cih bîne.”

Piştî daxuyaniyê nobet îro bi dawî bû.