Li Parîsê 2’yemîn komkujiya Kurdan: 3 kes jiyana xwe ji dest dan

Li paytexta Fransa Parîsê li ser Navenda Çandê ya Kurdan a Ahmet Kaya êrişa çekdarî pêk hat. Hat destnîşankirin ku di êrişan de kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne hene, li gor agahiyên destpêkê 3 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li paytexta Fransa Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Firatê, li dijî Navenda Çanda Kurd ya li Taxa Saînt Denîs ya Strasbûrgê, êrîşeke çekdarî pêk hat. Her wiha hat diyar kirin ku li kargehên kurdan ên li derdora navendê ne jî gule hatiye reşandin, şahidê bûyerê diyarkirin ku kesek bi wesayitekê hat kolana ku komele lê ye û êrîşê pêkanî. Hate hînbûn ku êrîşkar her wiha fîşek berdaye restoranta Kurdan û kûaforek li heman kolanê jî. Li gor nûçeyên ku medyaya Fransî dispêre çavkaniyên polîsan 3 kes jiyana xwe ji dest dane, 2 jê giran 4 kes birîndar bûne. Polîs derdora navenda çandê dorpêç kir û destûr nade ku kesek nêzî cihê bûyerê bibe.

Balkêşe ku êriş beriya salvegera 10'emîn a qetilkirina 3 jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9'ê çileya 2013'yan li Parîsê hatibûn qetilkirin, pêk hat.