Parlamenterên HDP’ê gotin: Di vî sûcî de îsrar nekin gavan biavêjin
Çalakiya nobeta ya parlamenterên HDP’ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin berdewam dike. Parlamenteran bang li wezîrê edaletê kirin.

Enqere- Parlamenterên HDP’ê yên ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi nobetê kiribûn, çalakiya xwe berdewam dikin.
Parlamenter û berdevka HDP’ê Ebru Gunay Feleknas Uca, Necdet Îpekyuz, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Muazzez Orhan, Abdullah Koç û Kemal Pekoz ji ber deriyê Dîkmenê yê meclisê heta ber deriyê Wezareta Edaletê meşiyan. Parlamenterên HDP’ê ku ji ber deriyê meclisê hatin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, li wê derê daxuyanî dan.
‘Tecrîd ev e’
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di daxuyaniyê de diyar kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê li ber Wezareta Edaletê nobetê digrin û got ku ji aliyê polîsên Enqereyê ve hatine astengkirin û wiha got: “Tecrîda ku em îtîraz dikin ev e. Em bi tabloya rastiya Tirkiyeyê ya ku edalet lê tune ye li ber deriyê meclisa ku îradeya gel lê tê astengkirin re rû bi rû ne. Astengkirina îradeya gel, domandina neheqiyê israra di polîtîkayên tecrîdê de ye.”
‘Hûn berpirsyar in’
Ebru Gunay destnîşan kir ku beriya niha ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re li Îmraliyê gelek caran serlêdan kirine lê belê bersiv negirtine û got: “Em israr dikin, parêzer israr dikin lê Wezareta Dadê jî di bêhiqûqiyê de israr dike. Hê jî tu daxwazên me nehatine bersivandin. Em ji vir careke din ji deriyê meclisê yê Dîkmenê bang li Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag dikin û dibêjin ku berpirsyariya hemû girtîgehên Tirkiyeyê di rayeya we de ye. Her burokratê/a wezaretê û bi taybetî jî hûn, ji her bêhiqûqiya li girtîgehê berpirsyar in.”
‘Di vî sûcî de îsrar nekin’
Ebru Gunay, bal kişand ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re were kirin wê ji bo azadiya welat xizmetê bike û careke din bang li rayedaran kir û got: “Di vî sûcî de israr nekin. Hevdîtina bi birêz Ocalan re wê aloziya şer û polîtîkayên tecrîdê ji holê rake. Her hevdîtina bi birêz Ocalan re wê bibe xizmeta aştî, demokrasî û azadiya vî welatî. Em ji bo vê yekê li vir in. Em vê berpirsyariyê jî bi bîr tînin. Avakirina aştî, azadî û demokrasiyê berpirsyariya me ye. Riya vê jî diyar e. Têkiliya birêz Ocalan bi derve re, bi taybetî jî bi parêzerên xwe re li Îmraliyê û bidawîkirina tecrîdê ye."
Ebru Gunay di dawiya axaftina xwe de bang li Wezîrê Edaletê kir û daxwaz kir ku demildest gavan biavêje.