Parlamenterên HDP'ê dê tevlî meşa Gemlîkê bibin

Parlamenterên HDP'ê 'Nobeda Edaletê' ya 32 roj in didomîn, bi dawî kirin. Nobet dê veguhere çalakiyên "Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin."

Enqere – Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nobeta xwe ya edaletê ya bi daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne, li bexçeya Meclîsê li dar xistin di roja 32’emîn de dawî anîn. Hat ragihandin ku çalakiya nobetê dê veguhere çalakiyên "Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin".

Parlamenterên îro tevlî nobetê bûn; Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alîn Kenanoglû, Muazzez Orhan, Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ayşe Surucu, Kemal Pekoz, Ridvan Tûran û Huseyîn Kaçmaz. Li ser navê wekîlan Alîkarê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku li ser Abdullah Ocalan tecrîdeke ku di cîhanê de mînakeke wiha nîn e heye, da hat diyar kirin ku ev çalakiya nobeta ji bo derbaskirina bêdengiya Wezareta Dadê hat pêkanîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di cîhanê de pêkanînek din ya ewqas dij mirovî û dij hiqûqî nin e. Tecrîd ne tenê pêk neanîna hevdîtina ku bi parêzer û malbatê re û ne axaftina bi telefonê ne ye, tecrîd di heman demê de ji holê rakirina hiqûqê ye. Her wiha tecrîda li Îmraliyê parçeyek ji polîtîkaya tunekirina destkeftiyên demokratîk ên gelê Kurd e.”

‘Hiqûqa netewî û navnetewî tê binpêkirin’

Di daxuyaniya ku hat bi bîr xistin ji Adara 2021’an ve ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin û wiha hat gotin: “Ji Adara 2021’an ve tu hevdîtin nayê kirin û agahî nay girtin. Ne ji sedema tenduristiya wî ne mijarek din agahî nayê girtin. Bi awayekî aşkere hiqûqa netewî û navnetewî tê binpêkirin. Peymanên navnetewî ku Tirkiyeyê îmzekirine tên binpêkirin. Ev mijar di qada navnetewî de bûye mijara hiqûqnasan. Desthilat, Tirkiyeyê xist ye vî halî.”

Di daxuyaniya ku hat dest nîşan kirin hemû serlêdanên tên kirin bêbersiv tên hiştin de, hat parvekirin ku ji zêdetirî 30 welatên cîhanê zêdetirî 2 hezar parêzer ji bo karibin bi Îmraliyê re hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriyê dane.

‘Bila hiqûq bi cih were’

Di daxuyaniya ku hate diyar kirin parlementer çalakiya nobetê bi dawî kirin de wiha hat gotin:

“Birêz Ocalan îmtiyazê naxwaze. Dibêje, ‘ez ne îmtiyazê ez hiqûqê dixwazim.’ Em jî di hemû serlêdanên xwe yên Wezareta Dadê û bi rayedarên desthilatê de ne îmtiyazê hiqûqê dixwazin. Em dixwazin hiqûq were bicihanîn. Piştî 32 rojan Nobeta Edaletê bi dawî dikin. Ji 6’ê sibatê û pê ve, em ê ji navçeyên Gever û Qoserê ji du baskan dest bi meşa ‘Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve bimeşin’ bikin. Ji ber ku divê ev rewşa derveyî hiqûqê demildest bi dawî bibe û hevdîtin bên kirin. Em careke din bang li Wezaretê dikin. Bikin ku hiqûq bi cih were. Ji serlêdanên hatine kirin re bersivê bidin.”