Parêzvana jinên Mexribî Toriya El-Tazî jiyana xwe ji dest da

Çalakvan û pêşenga xebata komeleya femînîstên Mexribê Toriya El-Tazî di temenê 85 salî de jiyana xwe ji dest da. Dîrokek têkoşîn û parastina maf û azadiya jinan li pey xwe hişt û jiyana xwe bi lênihêrîna zarokan re derbas kir.

  
Mexrib – Toriya El-Tazî di temenekî biçûk de bi jîrbûna xwe hat nasîn. Sala 1957'an di nav koma yekem a hemşîreyan de ji hêla dewletê ve hate bijartin, berî ku di xizmetên civakî de cîh bigire û alîkariya malbatên hejar bike. Ji karê Toriya yê serket têkoşîna wê ya ji bo rûmeta jinên Mexribî yên herî bêhêz û zarokên wan bû. Di 1970'ê de beşdarî Komeleya Plansazkirina Malbatên Mexribî bû. Di 1973'an de beşdarî Lîga Parastina Zarokan a Mexribê bû. Di salên 1980'ê de di gel çalakvana civakî Aîşa El-Şina, xaniyê yekem ji bo jinên temen mezin û ne zewicî ava kir.
Li gel xebata xwe ya komeleyê, sala 1950’an bi têkoşîna di nav refên Partiya Komunîst a Mexribê beşdarî cîhana siyasetê bû. Piştî çend salan, wekî nûnera jinên Mexribê di komferansa navneteweyî ya Yekîtiya Soviyetê ya sala 1964'an de hate hilbijartin.
Toriya El-Tazî piştgirî da jinên Mexribî û mafên wan parast. Di salên dawî, dema xwe bi pêşxistin û domandina çalakiyên Lîga Parastina Zarokan a Mexribî derbs kir.