Parêzera ku rastî şîdetê hatiye 'gumanbar' hat dîtin
Parêzer Elîf Îpek Tirenç Ulaş dema ku dixwest tevli mîtînga bi pêşengiya Meclisa Jinan a TJA’yê û DBP'ê bibe, ji ber ku lêgerîna fizîkî qebûl nekir hat derbkirin. Elîf Îpek Tirenç Ulaş di lêpirsîna li ser serlêdana sûc a polîsan vebû de, di dosyayê de bi îdiaya "li hemberî polîsan bertek nîşan daye " û "gef li wezîfedarên kamûyê" xwariye wekî "gumanbar" cih girt.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed– Li Amedê, di 16'ê Cotmehê de bi pêşengiya Meclisa Jinan Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi beşdariya jinan mîtîngek hat lidarxistin. Endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Parêzer Elîf Îpek Tirenç Ulaş ku beşdarî mîtîngê bû, ewil ji aliyê polîsên ku xwestin lêgerîna fizîkî bikin ve rastî şîdetê hat, piştre jî bi kelepçeya berepaş gef lê xwarin. Elîf Îpek Tirenç Ulaş a ku ji bo gilîkirinê çû qereqolê, wiha got; "Ez hîn bûm ku polîsên li min xistine der barê min de gilî jî kirine." Li ser giliya polîsan, dozgeriyê di dosyayê de polîs wekî gilîkar û Elîf Îpek Tirenç Ulaş ku êrîş lê hat kirin, wekî gumanbar tomar kir.
"Hewl dan bi şîdeta fizîkî ji qadê werim dûrxistin"
Elîf Îpek Tirenç Ulaş tiştên ku qewimîn ji ajansa me re wiha vegot; “Ez ji bo beşdarî mîtîngê bibim di xala yekem a lêgerînê de ji min nasname nehat xwestin lêgerîn nehat kirin. Lê belê, her çend min nasnameya xwe di xala lêgerîne duyemîn jî ez neçarê lêgerîna fizîkî mam. Min lêgerîna fizikî qebûl nekir. Di vê navberê de, bi şîdeta fizîkî ya bi dehan polîsan ji qadê hatim dûrxistin.”
"Polîsên ku êrîşî min kirin, der barê min de gilî kirin”
Elîf Îpek Tirenç Ulaş a ku piştî bûyerê ji milê xwe birîndar bû, ji bo gilî bike çû nexweşxaneyê û rapora derbê wergirt. Elîf Îpek Tirenç Ulaş ku piştî ku rapora derbê girt çû qereqolê, qala tiştên ku paşê qewimîn kir: “Piştî bûyerê, wan bi îfadeyên wekî binçavkirin û kelepçeyên berepaş gef li min xwarin. Piştî guftûgoyê, wan got ku dê pêvajoyek binçavkirinê tune be û ji ber ku polîsên jin gilî li min kirin der barê min de mualeme were kirin. Piştî wê, ez çûm nexweşxaneyê û min rapora derbê girt. Dema ku ez çûm qereqolê ji bo ku gilî bikim, min dît ku berî ku ez bigihîjim wir sê polês wek gilîkar hatine şandin. Dema ku min dît ez wekî gumanbar hatime qeydkirin û ew li gorî talîmata dozger gilîner hatin qeydkirin ez bêyî îfadeya xwe bidim ji qereqolê derketim."
"Li welat tu maf nayê bikaranîn"
Elîf Îpek Tirenç Ulaş da xuyakirin ku ew ê biçe dozgeriyê û der barê bûyera vê hefteyê de serlêdana sûc bike, Elîf Îpek Tirenç Ulaş bal kişand ser vê yekê ku li welat mafekî bingehîn jî nayê bikaranîn û bal kişand ku ev rewş mafên din jî di nav xwe de dihewîne û wiha got: “Ev destûreke zagonî ye ji bo min loma ez ê nehêlim li ser min lêgerîn bikin. Destûr nedan ku ez wî mafê xwe bi kar bînim. Dema ku min li hemberî vê yekê îtîraz kir, sûcê duyemîn li min hat kirin. Tevî vê yekê jî wan bi hinceta ku min gef li polîsan xwariye û li hemberî efserê berpirsyar li ber xwe daye, min kirin gumanbara dosyayê. Ev ne rewşeke serbixwe ye, siyaseta bêcezakirinê ya dewletê ye. Em dizanin ku di her bûyeran de, dewlet bi refleksa parastina kiryaran pêvajoyê dimeşîne."