Parêzera femînîst Yelda Koçak: Jin di navenda hilbijartinê de ne
Ji Platforma EŞÎK'ê parêzera femînîst Yelda Koçak, bal kişand ku li welat tevgera muxalefetê ya herî berxwedêr a jinan e û got: "Ez bawer dikim ku Tifaqa Cumhur a bi soza jiholêrakirina mafên jinan dikeve hilbijartinê, wê winda bike.”
Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê hilbijartin nêz dibin. Hikûmeta AKP'ê polîtîkayên xwe yên ku gef li destkeftiyên jinan dixwe didomîne, bi her du aliyên tundrew ên Îslama siyasî, Partiya Refahê ya ji nû ve (YRP) û HUDA-PAR’ê re li hev kir. YRP û HUDA-PAR bi bernameya xwe ya ku êrîşa vekirî ya li dijî mafên bi milyonan jinan dihewîne, ji Tifaqa Cumhurê hatin qebûlkirin.
Bi hezaran jin bi rêxistinên cuda li dijî vê tifaqa dijminatiya jinan berxwedana xwe didomînin. Yek ji van rêxistinan jî Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) e. Platforma EŞÎK’ê ku ji zêdetirî 300 rêxistinên sivîl, komele, partiyên siyasî û jinên serbixwe pêk tê, li dijî gefên li ser destkeftiyên jinan bilindkirina dengê xwe didomîne.Jinên ku garantiya derketina ji vê 'rejîma' gef li jiyanê dixwe,dixwazin di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bi nûnertiya wekhev welat bi rê ve bibin. Ji Platforma EŞÎK'ê Parêzer Yelda Koçak, diyar kir ku daxwaza jinan a 'nûnertiya wekhev' ne qenciyek e û diyar kir ku ji bilî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hemû partiyan de temsîliyeta jinan di asta bi xeter de ye. Yelda Koçak pirsên ajansa me ya têkildarî xebatên platformê bersivand.
Platforma Jinan a TCK 103, di Tebaxa 2020’an de di bin navê EŞÎK– Platforma Jinan a Wekheviyê de li dijî gefên li ser destkeftiyên jinan li hev civiya. Ev gef çi bûn?
Weke Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê, beriya ku li Tirkiyeyê starta hilbijartinê bê dayîn, me di mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de forumên ku di mijarên gefên ku li benda me de, pêkanî bûn. Me jî sernavê re 'Forumên Jiyana Wekhev azad a bêtundî’ got. Me van gefan rêz kiribû. Dema ku em hîn forûmên xwe didomand, AKP bi guhertina destûra bingehîn hat. Xala wekheviyê ya di Destûra Bingehîn de hedef digirtin. Li Stenbolê li dijî LGBTI+ mîtîngên li dijî hebûnê hatibûn lidarxistin. Dîsa li ser parastina zarokan ji êrîşa zayendî û cezakirina êrîşa zayendî ya ku di xala 103’an a TPC’ê de hatiye tertîb kirin xalek hebû. AKP’ê bi salan e dixwaze vê madeyê biguherîne û êrîşkaran efû bike. Dîsa mafê jinan a neqfiyeyê heye. AKP’ê û alîgirên wî dixwazin ev maf jî bê rakirin. Peymana Stenbolê beriya niha hatibû îmzekirin û pêvajoya wê ya hiqûqî berdewam dike.
Lê Peymana Stenbolê têrê nekir. Dixwazin qanûna bi hejmara 6284’an a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bê rakirin. Di bin navê revîzyonê de dixwazin vê hê bêtir bêbandor bikin.Ji aliyê AKP'ê ve bi salane hewldana xeps tê ya li dijî hemû xalên Qanûna Medenî yên ku wekheviya mîras, xwedîkirina zarokan, hevberdan, parvekirina mal û milkê di nava tifaqa malbatê de bi rê ve dibin, heye. Em jî ji bo rawestandina vê hewldana xepsê têdikoşin. Bi rastî rêxistina me di Tebaxa 2020’an de li Tirkiyeyê bi vê zemînê re tekabûl dike. Ez dikarim bibêjim ku em wiha hatin damezrandin.
We raporên şopandinê ku di meclisê de li ser navê mafên jinan û wekheviya zayendî çi hatiye kirin û çi nehatiye kirin cih digre amade kirin. Di van raporan de we dem bi dem ji partiyên muxalefetê jî 'notên nebaş' dan. Xebatên wê yên têkildarî nûnertiya jinan di nava partiyên siyasî de hene?
Erê. Bi rastî jî me roja borî li ser 'nûnertiya wekhev' daxuyaniyeke çapemeniyê weşand. Ango ew ne lutfek e. Di daxuyaniya çapemeniyê de me bang li hemû partiyên siyasî kir û diyar kir ku em wek nûnertiya wekhev dixwazin, pergala têkoşîn û destkeftiya jinan a bi salan e pêk were. Di serî de ez dixwazim bibêjim ku ev daxuyaniya çapemeniyê pir bi nirx e. Di naveroka vê de me diyar kir ku çima îro li Tirkiyeyê di nava hilbijartinê de jin hene.
Tifaqeke me ya ku mînakên herî tund ên îdeolojiya Îslama siyasî li ser desteserkirina mafên jinan hatine cem hev, dihewîne. Tifaqeke dijminê jinan rasterast heye. HUDA-PAR (ne tesaduf e dema em dibêjin HUDA-PAR em hemû Hîzbullahê tînin bîra xwe) û Partîya Refahê ji nû ve dîsa ket nava Tifaqa Cumhur. Me bi daxwazên li ser hin şîrovekirinên dînê Îslamê, jiholêrakirina sala 6284, şert û mercên beşdarbûnê, rakirina mafên neqûqê, kêmkirina xwendina Quranê ji bo dibistanên seretayî kirin. Vekirina medreseyan û newekheviya ku dê jinan ji jiyana civakî derxe kûrtir bike.
Em bi nobedarên şevê re xebatên meclisê ji nêz ve dişopînin
Dema tifaqek wisa hebe, êdî di nava Tifaqa Cumhur de cih girtiye. Lê belê me her du aliyên siyasî bi bîr xist ku mafê jinê ya temsîliyeta wekhev, ango temsîliyeta wekhev heye û me daxuyaniyeke çapemeniyê da û bi bîr xist ku divê mafên jinan ji bo tifaqan nebe bazar û di encama vê yekê de wek deng negirtina jinan xwe nîşan bide. Lê em bi giştî di nava Platforma Jinan a Wekheviyê de komeke me ya bi navê 'Nobedarên Şevê' heye û em xebatên meclisê ji nêz ve dişopînin. Em hemû ne tenê di dema xebata yasayî de ku li parlamentoyê behsa zagonan tê kirin, hemû xebatên parlamenteran bi giştî dişopînin.
Me 3 mehan hemû parlamanteran yek bi yek şopand
Heta biryara derketina ji Peymana Stenbolê pêk hat, me 3 mehan hemû parlemanterên TBMM’ê yek bi yek şopand. Me bi sernavên wek, li bajarên ku çûne gihiştine ku derê, tenê li cihên ku mêr lê hene civîn li dar xistin an jî serdana cihên ku jin lê hene kirine, bi jinan re axivîne an ne, pirsgirêkên jinan anîne ziman an ne, birîne rojeva Meclîsê, xwedî Peymana Stenbolê derketine an ne, dema di civakê de pirsgirêkek der barê jinan de hatiye axaftin anîne meclîsê yan ne, pêşnunameya qanûnê da ne an ne, pêşnûnameya pirsî pêşkeş kirine an ne, hemû parlementeran lêkolîn kir û encamên van bi raya giştî re parve kir.
Ji derveyî HDP’ê di nava partiyên din de rewş pir xirab e
Dema parlamenter, herêm, partiyên ku sifir dikşînin hene, me dît ku partiyên rewşa wan hinekî baştir an jî pir baş bû jî hebûn. Niha jî divê ev yek li ber çavan bê girtin. Bi rastî ev jî di warê temsîliyeta jinan a di meclîsê de gelek paşde maye. Hejmara parlamenterên jin gelekî kêm e. Di xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo wekhevkirina temsîliyeta jinan de, rêjeya parlamenterên jin ên li Meclîsê ji sedî 17,8 e. Bi saya parlamenterên jin ên ku HDP'ê anîn meclîsê, gelekî bilind e. Dikarim bibêjim ku di partiyên ji derveyî vê de rewş gelek xerabtir e.
Weke jin, pêşbîniya we ya der barê encamên hilbijartinê de çi ye? Meclîsek çawa di çareserkirina pirsgirêkên jinan de dikare bi bandor be?
Feyde heye ku mirov vê yekê bibêje. Hin lêkolînên ku ji aliyê zanîngehan ve hatine kirin nîşan didin ku; di civakê de bi taybetî jin baweriya piraniya civakê bi rêxistinên jinan heye. Yanî ji hemû sazî û aliyên siyasî zêdetir baweriya jinan bi rêxistinên jinan û tevgera jinan heye.
Ez bawer dikim ku Tifaqa Cumhur dê winda bike
Li gorî van 20 salên dawî, bi taybetî 4-5 salên dawî li welatê me, li dijî muxalefetê êrîş û dorpêçên giran hene, lê tevgera muxalefetê ya herî berxwedêr dîsa her çiqas tevgera jinê bê qedexe kirin jî, çiqas vê êrîş kirin jî, çi qas hewl tê dayîn destkeftiyên wan ên qanûnî bên desteserkirin jî jin bi israr in. Me çalakiyên pir xurt organîze kirin. Em difikirin ku tifaqên ku bi stratejiyek li dijî destkeftiyên jinan biçin hilbijartinê, dê winda bikin. Jin dê dev ji vê bernedin. Ez dikarim vê yekê pir zelal û rast bibêjim. Muhafazakarên bihicabe an jî bêhicabe an jî ne, gelek jin dev ji mafên ku bi Qanûna Medenî ji wan re hatiye dayîn, mafên ku bi Qanûna Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiyê Hêjmar 6284 daye bernadin û dixwazin van mafan bi tevahî bikar bînin. Ji ber ku ev mafên me yên jiyanî ne, ji bo me xwedî nirxeke jiyanî ne. Û bê guman, em mekanîzmayek dixwazin ku dema em tundûtûjiyê dibînin an jî gefên mirinê distînin me biparêze. Hemû kes vê dixwaze. Ji ber vê yekê ez bawerim ku tifaqa gel a ku bi soza tunekirina wan ket hilbijartinan, dê winda bike û birînên giran bibîne. Jin dê piştgiriyê nede van.
Ji hilbijartinan re çend roj man. Tê dîtin ku welatî ji ewlehiya hilbijartinê jî bi fikar in. Ma hûn ê wek EŞÎK li ser ewlehiya hilbijartinê xebatek bikin?
Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê platformeke berfireh e ku ji zêdetirî 300 komele, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û jinên serbixwe pêk tê. Tora platforma me pir fireh e, lê di heman demê de jin û LGBTI+yên di nav platforma me de jî li gelek cihên din rêxistinkirî ne. Ji ber ku em di heman demê de platforma ku sazî tên cem hev in, di komeleyek LGBTI+ de jî rêxistinbûnek dibe, di komeleya jinan de rêxistinbûnek dibe, di partiyek siyasî de pir zêde jinên birêxistin kirî hene. Ji bo vê jî divê em vê rewşa taybet berçavan bigrin û gelek pêvoyan plan bikin.
Em beriya ku lîste zelal bibin partiyên siyasî hişyar dikin
Helbet dilxwazên platformê girîngiyeke mezin didin vê hilbijartinê, dibêjin di vê hilbijartinê de emê li seha bin û erk bigrin. Weke ku hûn jî dizanin di pêvajoya hilbijartinan de erkên ewlekariya hilbijartinê ji aliyê gelek rêxistinên çavdêr û bi taybet aliyên beşdar di hilbijartinan de tên kirin. Helbet li vir ji bo ewlekariya hilbijartinê, ji bo parastina dengên xwe û heta parastina jiyana xwe jî rêxistin û çalakiyên pêwîst pêk bînin. Em hê negihîştine wê qonaxê. Ev tiştekî pir girîng e. Ji ber vê yekê demek heye. Beriya ku lîste radestî Lijneya Bilind a Hilbijartinê bên kirin, em li bendê ne û daxwaz dikin ku namzetiya jinên ku ji bo namzetiyê serlêdan dikin, li ber çavan bê girtin û di çarçoveya temsîliyeta wekhev de gav bên avêtin. Em aliyên siyasî di vê mijarê de hişyar dikin.
Wek hûn jî diyar dikin, Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya. Niha qanûna bi hejmara 6284 tê hedef girtin. Tifaq bi bazarên li ser jiyana jinan tên kirin re pêk tên. Tundiya li ser jin û zarokan her ku diçe zêde dibe. Hûn dixwazin wek EŞÎK peyameke çawa bidin jinan?
Ez destpêke vê yekê bibêjim. Em ê bibêjin, yên ku jinan tune dihesînin û mafên jinan tune dihesibînin re “deng û meng” nîne. Ango ev yek pir zelal e. Em ê dengê xwe nedin kesên bi canê me dilîzin, yên ku jiyana me dixin xeteriyê, em bang li wan dikin ku deng nedin. Ev bangawazî pir realîst e û dê bersivekê bibîne. Jinên Delal, ango dengên xwe nedin wan kesên ku çav berdane nefakaya jinan û û piştî hilbijartinê soza rakirina wê didin. Dengê xwe nedin kesên ku armanca wan betalkirina Qanûna jimare 6284 ku we ji tundiyê diparêze. Helbet em ê bibêjin dengên xwe nedin wan kesên ku dema jin di bin bêkarî, xizanî û bêewlehiyê de zêdetir têdikoşin û feqîrtir dibin, projeyên dahatê dişopînin û welat pêşkêşî talana vekirî ya sermayeyekê dikin.
Me karasetek xwezayî ya ku rasterast bi destê hikûmetê veguherî karasetek mezin, me erdhejek jiyan kir. Dîsa di vê erdhejê de herî zêde jin hatin çewisandin, yên ku pêdiviyên wan ên bingehîn di heyama giran de hatin paşguhkirin, heta yên ku di alîkariya ewil de nekarîn têra xwe jê sûd werbigirin, an jî di qonaxa alîkariya ewil de bûne mexdûrên bêkariyê jin in. Dîsa me barê vê yekê me pir dît. Pêdiviyên bingehîn ên jinan, kelûpelên tenduristiyê di rojên ewil de qet nehatin ditîn, ji qadê re cil nehatin birin. Qadên taybet ên ku ewlehiya jinan pêk tînin nehatin çêkirin. Divê em van hemûyan li ber çavan bigirin. Û bi bîranîna van, biçin sindoqan.
Ev hilbijartin hilbijartineke krîtîk e, jin ji her demê bêhtir di nava hilbijartinê de ne. Ji ber ku mafên jinan dibe mijara bazarê. Ji bo vê jî em ê di pêvajoyeke hilbijartinê ku heta dawiyê mafên jinan, têkoşîna jinê û temsîliyeta wekhev nîqaş bikin û heta dawiyê biparêzin de derbas bibin. Ji me hemûyan re qewet be.