Parêzer Zîlan Esen: Binpêkirinên pir dijwar hene

Parêzer Zîlan Esen a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê çû serdana girtiyan, diyar kir ku li girtiyan lêgerînên tazî tên ferzkirin kirin û got: “Binpêkirin pir dijwar in. Serlêdanên li dijî van binpêkirinan bêbersiv dimînin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Tundiya li ser jinan bi awayên piralî berdewam dike. Li gorî rapora pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê di 25’ê Mijdarê de; Zindan yek ji qadên ku herî zêde tundî lê tê dîtin e.

Ofîsa Alîkariya Hiqûqê ya Li Dijî Tacîz û Tecawizê da zanîn ku di sala 2024’an de 55 girtiyên jin serî li wan dane.

Li girtîgehan binpêkirinên li dijî girtiyên jin zêde dibin, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, ji bo pirsgirêkên li cihê bûyerê tespît bike serdana Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê kir.

Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê bi giştî 12 girtiyên jin ku 2 jê edlî û 10 jê siyasî bûn re hevdîtin kir. Endama Desteya Rêveber a Navendî ya Mafên Jinan Parêzer Zîlan Esen têkildarî binpêkirinên di hevdîtinan de derketine holê ji ajansa me re axivî.

'Bi pitika xwe ya 10 rojî re girtî ye'

Zîlan Esen, anî ziman ku gelek girtiyên jin hene ku bi wan re hevdîtin pêk naynin û diyar kir ku binpêkirin ji gelek aliyan ve pêk tên. Zîlan Esen, anî ziman ku îtîrazên girtiyan li dijî binpêkirinan tu encam negirtine û wiha got: “Binpêkirinên mafan ên di van demên dawî de li girtîgehan diqewimin di rojeva her kesî de ye û em bi awayekî zelal newekheviya zayendî li wir dibînin. Girtiyên jin li girtîgehan bi nêzîkatiyek cûda re rû bi rû dimînin. Me dît ku di têkiliya girtiyan a bi malbatên xwe re binpêkirinên cidî hene. Em hîn bûn ku li qawişên edlî dema hevdîtinê pir kêm e û timî telefon tên qutkirin. Malbata girtiya nû ku bi pitika xwe ya 10 mehî re sewqî girtigehê hatiye kirin, tevî ku 2 caran tên girtîgehê jî destûr nadin ku hevdîtin pêk were. Ji ber ku Sûriyeyî bû, nikarîbû xwe bi tirkî îfade bike. Ji ber vê yekê di gilîkirina binpêkirinên ku lê dihat kirin de zehmetî dikşand.”

'Derman yan pir dereng tên yan jî qet nayên'

Zîlan Esen, anî ziman ku girtiyên jin di kontrola nexweşxaneyan, bikaranîna dermanan û sewqê nexweşxaneyê de rastî muameleyên keyfî tên û wiha gotinê xwe domand: “Em hatin agahdarkirin ku di kontrola doktor de giliyên girtiyan cidî nayên girtin. Dermanên ku didin wan yan ne temam in yan jî pir dereng tên. Heya ku drman digihîje wan nexweşiyên wan zêde dibin. Her çiqas qedexe nebe jî pirtûk nadin girtiyan. Dîsa, pedên paqijiyê pir dereng digihîjin an jî ne hîjyenîk. Ji ber paqijî û buhabûnê nikarin xwe bigihînin xwarinên têr û saxlem.”

'Îşkenceya lêgerîna tazî berdewam dike'

Zîlan Esen, anî ziman ku girtî û malbatên wan ên tên cem wan  lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin  û wiha pê de çû: “Em hîn bûn ku îşkenceya lêgerîna tazî ya ku bi salan e nehatiye çareserkirin berdewam dike. Hem girtî hem jî xizmên wan rastî vê nizîkatiyê tên. Ev nêzîkatiyek pir neqanûnî û biçûkxistinê ye, ji bo vê yekê biryara dadger pêwîst e, lê mixabin li girtîgehan ev yek bi awayekî keyfî tê kirin. Bi van binpêkirinan rayedar erka xwe xerab bikartînin. Girtî û malbatên wan ên ku bertek nîşanî vê rewşê didin jî rastî gefên 'em ê careke din nahêlin hun hevdîtin bikin’ tên.”

'Bi kelepçeyan tên muanekirin’

Zîlan Esen, destnîşan kir ku girtiyan bi kelepçeyan tên tedavîkirin  û wiha anî ser ziman: “Di hevdîtinên parêzer û muwekîlan de gardiyan bi awayekî zextên derûnî li girtiyan bikin dişopînin. Di sewqên nexweşxaneyê de jî pirsgirêkên cidî hene. Girtiyên nexweş gelek dereng sewqî nexweşxaneyê tên kirin, muayeneya bi kelepçe jî gelekî zêde ye. Jin nikarin behsa pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bikin, ji ber ku li nexweşxaneyê bi doktor re tenê nayên hiştin.”

 Li dijî binpêkirinan serlêdan bikin

Zîlan Esen, diyar kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên di encama hevdîtinan de derketine dê serlêdana hiqûqî bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Der barê van binpêkirinan de em ê serlêdanên pêwîst bikin. Di vê rewşê de girtî hem rastî îşkenceyê tên û hem jî nikarin muxatabê xwe nabînin. Rêyên ku tên dîtin jî tê xerakirin û mafên girtiyan bi vî awayî tên binpêkirin. Ev astengiyên ku me behs kir, muameleya xerab û binpêkirina mafan a li girtîgehan bi awayekî zelaltir nîşan dide. Em ê van pirsgirêkan bişopînin. Em ê serdanên xwe yên girtîgehê bi awayekî sîstematîk pêk bînin. Em ê di çarçoveya binpêkirin û daxwazên girtiyan de pêvajoyên hiqûqî bişopînin."