Ji Talîbanê qedexeyên nû
Zextên Talîbanê berdewam dikin. Jinên ku hewl didan biçin Pancşîrê ji ber ku niqap û burka li xwe nekiribûn, hatin astengkirin. Li bajêr derketina derve û bikaranîna telefonên bi aqil jî hat qedexekirin.

Navenda Nûçeyan – Li Efganistana ku ji aliyê Talîbanê ve tê birêvebirin, zext û zordariya li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Çar jinên ku hewl didan biçin parêzgeha Pencşîr a Efganistanê, ji ber ku wan niqab an burka li xwe nekiribûn, hatin astengkirin.
Li gorî agahiyan, endamên Talîbanê yên li xala kontrolê ferman wergirtine ku rê nedin jinên bê niqab derbas bibin û destûr nayê dayîn ku jin bikevin Pencşîr an jî li ser rêyên giştî yên parêzgehê rêwîtiyê bikin.
Niştecihekî Pencşîr got: "Yek ji endamên malbata me nexweş ket. Dema ku me ew dibir nexweşxaneyê, Talîbanê li xala kontrolê ya Gorgotî nehiştin ku em biçin nexweşxaneya Rakhe. Çiqas me hewl da jî, ew nexweş bû û serpoşek olî li xwe kiribû, lê ew destûr nedan me. Ji me re gotin paçekî li ser wê bikin û car din werin.”
Hat ragihandin ku Talîbanê li Pancşîrê qedexeya derketina derva ya şevê, qedexeya çûna çiyayan û qedexekirina bikaranîna telefonên bi aqil ferz kiriye.