Parêzer Nîgar Omer: Neguhertina zagonan şîdeta li ser jinê zêde kiriye

Nîgar Omer diyar kir ku qedexeya parvekirina daneyên şîdeta li ser jinê û qetlîamên li Herema Kurdistanê tundiyê kêm nekir, berovajî vê yekê zêde kir û got, “Encax bi xebatekê hevpar em dikarin rê li tundiyê bigrin.”

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Li Herêma Kurdistanê ku êrîşên dagirkeriyê, krîza aborî û pirsgirêkên civakî lê diyar bûn, Wezareta Rewşenbîrî di 8’ê Hezîrana 2022’yan de bi ultîmatomekê ji hemû sazî û saziyên çapemeniyê re ragihand ku parvekirina daneyên tundî û qetlîamên li ser jinan hatiye qedexekirin. Wezaretê hinceta biryara xwe sipart îdiaya ku "Exlaqa civakê xera dike û bandoreke neyînî li ser civakê dike" û li ser tundiya li ser jinan, qetlîamên li ser jinan û raporên dozên li ser van mijaran jî nehişt ku agahiyên pêbawer were bidest xistin. Ji ber vê yekê hewl tê dayîn ku civak li hemberî qetlîamên jinan bêhiş û bêhest bê hiştin.

Saziyên fermî rapor û daneyên îstatîstîkî parve nakin

Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Herêma Kurdistanê daneyên şîdet û qetlîamên sala 2022’an parve nekir. Li gorî daneyên sala 2021'an ên Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê, di 12 mehan de 24 jin hatine qetilkirin. Tevî ku di raporên ku ji aliyê Rêveberiyê ve hatine weşandin de daneyên pêbawer nînin jî, ti saziyeke fermî ya girêdayî rêveberiya herêmê niha rapor û amarên derbarê mijarê de belav nake. Li gorî daneyên ku servîsa Soranî ya ajansa me berhev kiriye, hêjayî bi bîrxistinê ye ku tenê di Hezîrana 2022’an de ku nûçeyên qetlîamên jinan hatin qedexekirin 8 qetlîamên jinan pêk hatin.

Hewl tê dayîn li ser tundiya li dijî jinê bê girtin

Tê zanîn ku ji destpêka sala 2023’an û vir ve gelek bûyerên şîdeta li dijî jinan, hewldanên lîncê û qetlîamên li ser jinan pêk hatine, her wiha komkujiyên jinan weke ‘întîxar’, ‘qeza’ an jî ‘kuştinên namûsê’ bi avakirina feraseteke zayendperest di nava civakê de tên binavkirin. Di vê navberê de Parêzer Nîgar Omer der barê neweşandin û parvekirina daneyên şîdetê de ji ajansa me re axivî û got, "Kêbûna statîstîk û daneyan, lawaziya li pêşberî pirsgirêkan nîşan dide."

'Divê statîstîk bi awayekî tendirûst bên ragihandin’

Nîgar Omer anî ziman ku divê girîngiya weşandina agahî û statîstîkên li ser şîdeta li ser jinê û qetlîamên li ser jinan bê kirin û destnîşan kir ku divê hemû sazî û rêxistin li ser bingeha lêkolînên xwe statîstîkan çêbikin û li gorî prensîba ronîkirin û vebûna civakî parve bikin. Nîgar Omer her wiha destnîşan kir ku parvenekirina dane-agahiyên statîstîkî yên têkildar dê bibe sedema berhevkirina daneyên cuda, weşandina agahiyên cuda û qirêjiya agahdariyê ji aliyê organên çapemeniyê ve. Nîgar Omer diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê divê statîstîk bi awayekî tendûrist bên ragihandin.

'Divê li dijî pirsgirêkên civakî deng bê dergistin’

Nîgar Omer anî ziman ku divê ji bo pirsgirêkên civakî dengê xwe bilind bikin û pêşî li nixumandina pirsgirêkan bigirin û diyar kir ku divê daneyên tundiya li ser jinê, qetlîamên jinan û mirinên bi guman ên di nav malbatê de bên eşkerekirin. Nîgar Omer got, "Di heman demê de piştgirîkirina rêxistinên jinan ên ku pêwîstiya wan bi daneyan heye û her wiha rêxistinên jinan ên ku bi xebatên jinan ve girêdayî ne û agahiyên saxlem bidin çapemeniyê, berpirsyarî ye."

'Divê qanûn li gorî pêdiviyên civakê bên avakirin'

Nîgar Omer anî ziman ku şîdeta li ser jinê bi qanûnê nayê astengkirin û tiştên ku divê bên guhertin weke xwe dimînin û bal kişand ser vê yekê ku ev rewş şîdetê hîn zêdetir dike. Nîgar Omer wiha got: “Ji ber ku zagon nehatine guhertin, pirsgirêk zêde bûne. Weke parêzer em bûyerên destpêka sala 2023’an, îstîsmarkirina medyaya civakî û nerast pêkanîna qanûnan vedibêjin. Civaka ku em îro tê de dijîn, di serdema ragihandinê de dijî û heta îro qonaxeke wisa pêşketî ya ragihandinê çênebûye. Hiqûq li paş maye. Ger zagon neguherin dê malbat, civak û ferd xerabtir bibe. Divê qanûn li gorî pêdiviyên civakê bên afirandin.

Di veguherîna civakî de girîngiya perwerdehiyê

Nîgar Omer destnîşan kir ku perspektîfa zihniyeta baviksalarî ya li ser jin û zarokên keç ne tenê jinan, civakê jî li her qad û mekan, ji qanûnan bigire heta tevna civakî bi paş ve dikişîne. Nîgar Omer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Divê zarok li ser esasê zihniyeta baviksalarî û kevneşopiyên kûr ên paşverû neyên mezinkirin û saziyên desthilatdar bi taybetî jî malbat para xwe di vê de bibînin. Pêwîstî bi polîtîkayên perwerdehiyê yên ku ferd û jinan bi hêz bike heye. Heya ku şêwazê perwerdehiyê ji bo guhertin û veguhertina civakî tune be, şîdet di civakê de normal tê hesibandin. Ev yek ancax bi perwerdehiyê dikare bê astengkirin.”

'Divê xebatên hevpar bê kirin'

 Di dawiyê de Nîgar Omer bal kişand ser pêwîstiya bikaranîna medyayê weke amûreke çareseriyê, ne qedexekirina nûçeyan di medya û organên çapemeniyê de û bi organên çapemeniyê re weke amûreke hişyarkirinê xebateke hevpar bê kirin.