Parêzer Alaa Al-Hayek: Pêwîst e li Sûriyê ol ji siyasetê veqete

Parêzer Alaa Al-Hayek got ku rêveberiya demkî ya HTŞ’a cîhadîst bi guhertinên di bernama perwerdê de çêkiriye ji bo pêşeroja nifşek, xeterek mezin e. Alaa Al-Hayek destnîşan kir ku di vê qonaxa krîtîk de pêwîst e mijarên olî ji mijarên siyasî bên veqetan.

RAMA HALAF

Dimeşq (Şam) – Li Sûriyê piştî ku rejîma Baasê têk çû, Heyet Tahrîr El-Şam a cîhadîst kirin rêveberiya demkî ya welêt. HTŞ’ê bi guhertinên ku di bernama perwerdê de çêkirin, di nav derdorên di serî de perwerde û hiqûqê, her wiha gelek derdorên civakî de nerazîbûn derxistin holê. Sûriyeyî dibêjin ku guhertina naveroka perwerdê gavek lezgînî yê tê de ji bo pêşeroja perwerdê rîskên mezin cîh digirin e.

Guhertin ji bo nifşek gef e’

Parêzer Alaa Al-Hayek, mijarê ji ajansa me re nirxand û got: "Guhertinên ku di naveroka bernama perwerdê de hatin kirin, ji aliyê gelek derdoran ve bi nerazîbûnan hatin pêşwazîkirin. Me gelek guhertinên ne pêwîst dîtin. Rastiya ku derket holê, ji bendewariyên me pir wêdetir çû. Ji bo pêşeroja tevahiya nifşê me xeterek mezin e. Di bernamê de gelek wêne, îfade û mijar hatin jêbirin, pirtûka perwerdehiya netewî jî hat betalkirin. Dikaribûn tenê dersên têkildarî malbata Esad jê bibin. Lê tevahiya pirtûkek ku hem paşeroj hem jî îroya Sûriyê vedibêje, dîroka pîroz vedibêje, betal kirin. Em nikarin vê yekê erê bikin."

Berê me dan qadên xeter’

Alaa Al-Hayek destnîşan kir ku di nav guhertinên di mijara Erebî de hatine kirin de, stran û mijar jî hatine rakirin. Alaa Al-Hayek, wiha got: “Gotinên niştimanî ji nû ve hatin formulekirin. Gotina ‘ji bo niştiman’ wek ‘ji bo Xweda’ hat guhertin. Gotinên di sirûdê de cîh digirin jî guherandin û nîvê wan kirin olî. Bi vî awayî em bi tevahî ji xebatên başkirina naveroka bernama perwerdê dûr ketin. Di şûna wan de berê me dan qadên xeter ên ku bandorek neyînî li tevahiya nifşan dike. Pêwîst e ku di vê qonaxa krîtîk de mijarên olî ji mijarên siyasî bên veqetandin.”

‘Jin tên sînorkirin’

Alaa Al-Hayek da zanîn ku her wiha Banû Zenûbya ku li Sûriyê wek sembola hêza jinê tê zanîn jî ji naveroka perwerdê hatiye derxistin. Alaa Al-Hayek, ragihand ku ev yek di nav aktîvîstên jin û aktîvîstên mafên mirovan de hêrsek mezin ava kiriye. Alaa Al-Hayek, anî ziman ku ev gav dê bibe sedem ku di qada perwerdê de rola vegotina jinan kêm bibe. Alaa Al-Hayek, ragihand ku li hinek deveran jî ev kes dixwazin cil û berg û hereketên jinan sînordar bikin.