Parastina tenduristiya li Koye di destê bijîşkek jin û tîma wê de ye

Tara Cemal a ji Koye, bi tîma xwe re ji bo parastina tenduristiya hemwelatiyan dixebite û dibêje ku “Divê hemwelatî di kirîna xwarinan de hişyar bin, dema dîtin ku xwarinên dikirin ên mîna mast ne di sarincan de ne, bila nekirin û nexwin.”

ŞIYA KOYE

Koye – Parastina tenduristiyê bi giştî yek ji erkên herî girîng ê kes û civakê ye. Ji bo jiyanek bi tendurist û bê nexweşî, bi paqijî û xwarinên hevseng û werzîşa berdewam û dûrketina ji qirêjiyê û her wiha pabendbûna xelkê bi pîvanên tenduristiyê û xweparastina ji nexweşiyan pêkan e. Tenduristiya giştî tenê ne li ser milê hikûmetê ye, her wiha erka civakê ye jî. Divê hemû erkdar bibin ji ber ku parastina civakê, danîna bingeha tendurist û baweriyê ye.

Bijîşk Tara Cemal ku Berpirsa Parastina Tenduristiya Koye ya  Rêveeriya Giştî ya Tenduristiya Koye ye, ji ajansa me re axivî û behsa mijarê kir. Bijîşk Tara karê xwe û tîma xwe vegot. Tara da zanîn ku wek jinek serkeftî dest bi karek giran kiriye, ew jî çavdêrîkirina bazar û paqijiya xwarin û cihan e. Tara wiha got: “Em beriya ku nexweşî an pirsgirêk serî hilde, tenduristiyê agahdar dikin. Ji bo wan pirsgirêkan riyên çareseriyê datînin. Li rêveberiya me karê me di beşa çavdêriya tenduristiyê de ji hemû beşan girîngtir e. Em bazarê çavdêrî dikin, da ku em bizanin ew der di aliyê tenduristî de xwedî destûrê ne an na, gelo qewlê xwarinan derbas bûye an na û gelek tiştên din. Em bi temamî çavdêriya cihên goşt, cihên sarincan dikin.”

‘Ji bo tenduristiya civakê em dixebitin’

Tara Cemal destnîşan kir ku ji bo rêveberiya wan rihê tenduristiyê gelek girîng e û wiha pê de çû: “Rojane em li gel tîma xwe derdikevin bazarê û çavdêriya hemû bazaran dikin. Ji bo hemûyan em li gorî pîvanên zagonî karê xwe dikin. Karê me giranse û bi taybetî erkê gelek zêde li ser milê me ye. Karmendên me gelek diwestin. Em derbarê tenduristiyê de agahî didin û em hewl didin pirsgirêkên wan çaraser bikin.  Ji ber wê em agahî ji bo parastina xwe û civakê didin. Ji ber bandora avhewayê heye divê hertişt li cihê xwe bin. Hinek tişt li cihên germ têk diçin û hinek tişt divê di sarincan de bên hiştin. Ji ber wê, tenê em temaşeyî dîroka wê nakin ka derbas bûye an na. Dibe ku qewlê hinek tiştan neqediyabe, lê belê cihê lê tê veşartin ne tendurist be.”

‘Tîma me karê xwe bi başî dike’

Tara Cemal bi bîr xist ku berê ev kar ji aliyê mêran ve hatiye kirin û wiha domand: “Bêguman berê mêran ev kar dikir, em nabêjin xirab bûn, wan karên baş kirin, lê belê ne wek cihê destê jinê ye. Jin bi afirînerî di vê qadê de ye. Gelek caran wan tiştan dizanin ku firoşger jê re dibêjin çawa we ev dît û hîs kir, me bi xwe nedizanî. Ji ber wê tîma me ya jinan gelek baş e û me pîvenên gelek baş ji wezareta Tenduristiyê kom kirine. Tîma me gelek bi başî karê xwe dike, ji ber wê daxwaza me ew e ku alîkariya tîma me bikin û em jî alîkar in da ku karê baş bikin.”

‘Divê hemwelatî hişyar bin’

Tara Cemal destnîşan kir ku karek din yê wan ew e ku hemwelatiyan hişyar bikin û divê hemwelatî hişyar bin. Bijîşk Tara xwest ku hemwelatî pereyê xwe ji bo xwarinên ne tendurist xerc nekin û wiha got: “Ger ku we goşt bi awayek daliqandî û ne di sarincê de dît, nekirin. An jî mast ger ne di sarincê de be, nabe bê xwarin. Ji ber niha avhewa ne paqij e, ji ber ew xwarinên ku divê li cihê sar bê hilgirtin li cihên germ tê hilgirtin, nekirin û zarokan agahdar bikin ku baldar bin.”

Tara Cemal di dawiyê de spasiya tîma xwe kir û wiha got: “Ger tîma min nebe, bi tenê serkeftin nabe, tîma min gelek jîr e û karê xwe gelek bi ciwanî dike.”