Operesyona kampa Holê di roja sêyemîn de didome

Şervana YPJ'ê ya di operesyonê de cihê xwe girtî Rûheyv şervan roja sêyemîn a operesyonê nirxand û da zanîn ku armanca wan dawîkirina xeteriya DAIŞ û bêbandorkirina wan li kampê ye.

 
SORGUL ŞÊXO 
Hesekê- Şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ/YPG'ê û QSD'ê, li kampa Holê ji 28'ê Adarê ve dest bi Operesyona Mirovî û Ewlehî kirin. Di nava sê rojan de bi dehan çeteyên ku madeyên teqemeniyê rakirine û destê wan di kuştinê de hebûn hatin girtin. Di heman wextê de jî tûnel û gelek guleyên çekên cuda ku di binê erdê de veşartibûn, hatin dîtin. Operesyon ji saetên berbangê ve bi belavbûna hêzan dest pê kir û bi hemû hêza xwe di roja sêyemîn de didome. Di derbarê 3 rojên ji operesyonê de Şervana YPJ'ê Rûheyv Şervan axivî.
"Operesyon di roja sêyemîn de didome" 
Rûheyv da zanîn ku ew bi baldarî sê roj in di nava operesyonê de cih digrin û wiha dirêjî da gotina: "Ewlehiya gelê me, armanca me ya destpêkê û dawî ye. Ji bo ku em hewîrdoreke aram çêbikin, em canê xwe dikin qurbanî. Ji bo em koçberan ji xeteriyê xilas bikin, me operesyon da ye destpêkirin. Da ku rê li ber qetilkirina jin û zarokên kampê were girtin, em bi baldarî li amûrên ku pê van kiryaran dikin, digerin û digrin. Em hewl didin ku vê xeteriyê bi dawî bikin, da ku her kes rihet bijî. Em bi baldarî kampê kontrol dikin, tenê li çekan digerin lê wekî din em her tiştî vedigerînin cihê wan. Em tiştekî ku zirarê bide kampê nakin, ji ber ku ne ji exlaqê me ye."
"Li hember zarok û temen mezinan, bi berpirsiyartî nêz dibin"
Rûheyv bal kişand ser têkiliya şervanan bi zarokan û kesên temen mezin re û ev yek anî ziman: "Zarok bê ku tirs di dilê wan de çêbibe û li ser rûyê wan xuya bike, li me dinêrin. Em jî bi henek û silavên xwe dilê wan rihet dikin û nahêlin ku nêrîneke tirsê li ser me bigirn. Di heman wextê de jî jinên kampê ji operesyonê gelekî razî ne, ku xeteriya DAIŞ'ê bi dawî bibe. Taybet li hember kesên temen mezin em bi hûrmetî nêz dibin û hewl didin ku her bi wan re alîkar bin. Dayikên ku nikarin bimeşin em wate didin rewşa wê, alîkariyê didin. Li hember zarokên ku nikarin pêlavê xwe li xwe bikin jî, şervan bi rengekî pir cûda nêz dibin. Ev ji exlaqê ku em li ser mezin bûne tê."
"Wê operasyon bi encamên pir baş bi dawî bibe"
Rûheyv bi vê gotinê dawî li gotina xwe anî: "Operesyon bi rengekî pir baş, bi germahiya dilê şervanan dimeşe. Ji bo ku em xeteriya DAIŞ'ê bêbandor bikin û yên di kampê de rihet bijîn, em ê operesyona xwe bi encamên baş bi dawî bikin."