Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa holê di roja duyem de didome

Di roja duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi armanca xurtkirina ewlehiyê û kêmkirina gefên potansiyel li ser komapa Holê, bi lêgerîn û paqijkirina beşên kampê berdewam dike.

Navend Nûçeyan – Duh Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî, qonaxa çaremîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê dan destpêkirin. Armanc ew e ku parastina niştecihên kampê zêde bikin û hawirdoreke bi ewle çêbibe, rê li ber rêxistinên mirovî veke da ku karên xwe bê astengî, bidomînin.

Operasyon ji bo ewlehiya kampê didome

Operasyon di roja xwe ya duyem de bi kontrolkirina beşên cuda yên kampê berdewam dike. Her wiha giranî li ser beşa "Muhecîrat" ku jin û zarokên DAIŞ'î yên biyanî lê dimînin, tê kirin. Tedbîr lêkolîneke berfireh a daneyên kesane, vekolîneke berfireh a konan û bikaranîna alavên pêşketî yên tesbîtkirina çek û teqemeniyan dihewîne ku hemû armanc dikin ewlehî û aramiya di nava kampê de zêde bikin û xetereyên xwedî potansiyel kêm bikin.

Di roja yekem a Operasyonê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di beşa pêncemîn de ku wek "Muhecîrat" tê zanîn jin û zarokên DAIŞ'î lê dimînin, mayînek keşf kirin. Vê yekê gefên ewlehiyê yên berdewam di nava kampê de nîşan da.

Li gorî amarên herî dawî yên ku ji hêla rêveberiya Kampa Holê ve hatine weşandin û Ajansa Nûçeyan a Hawarê bi dest xistine, nifûsa niha ya kampê bi qasî 26 hezar û 539 e, ji wan 6 hezar û 352 welatiyên biyanî. 4 hezar û 933 Iraqî, 15 hezar û 245 Sûriyeyî ne û 9 kes bê nasname û dê û bav in.