OHD’ê û welatiyên enqereyî ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşarê kirin

Endamên OHD’ê û welatiyên enqereyî ji bo piştgiriyê serdana Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, kirin.

Enqere – Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 60’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar a bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re hate ber Wezareta Dadê, îro jî daxwaza edaletê kir. 

Endamên Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û welatiyên enqereyî serdana dayik Şenyaşarê kirin. Piştî ku Şenyaşarê bi beşdarvanan re çalakiya rûniştinê kir, li ber Wezareta Dadê fitareya xwe kir û derbasî Meclisê bû.