Ofîsa Parastina Zarokan: Dê sûcdar bê hesab nemînin

Ofîsa Parastina Zarokan a Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê qetilkirina Înas Elî El-Casim a 10 salî, bi daxuyaniyekê şermezar kir û got ku wê sûcdarên qetilkirina zarokên wan bê hesab nemînin.

Qamişlo - 11'ê Hezîranê Hêzên li Dijî Tawanan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kujerê zaroka bi navê Înas Elî El-Casim a 10 salî, girtin. Tê zanîn ku Înas ji gundewarê Dirbêsiyê ye û piştî ku winda bû, di encama lêgerînan de cenazeyê wê hat dîtin. Bi armanca şermezarkirina vê bûyerê Ofîsa Parastina Zarokan a Desteya Jin a Herêma Cizîrê, li bajarê Qamişlo yê Herêma Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ber avahiya desteyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Ofîsa Parastina Zarokan Werdê Rifaî ve hat xwendin wiha bû:

"Zarok li seranserê cîhanê rastî cureyên tundiyê, îstîsmarkirin û destdirêjiyê tên û şîdeta li dijî zarokan tu sînoran nas nake. Ji ber ku ew li hemû welatan û li cihên ku tê xwestin parastina wan (li mal, gund û bajarên wan) bikin, rastî tundiya herî xirab û şîdeta fizîkî, hestiyarî yan jî heta zayendî tên. Mafê hemû zarokan heye ku ji tundî, îstîsmar û destdirêjiyê bên parastin. Sîstemên parastina zarokan alîkariya wan dikin ku wan bi hêz bikin û bigihîjin pergalên dadwerî yên dadperwer da ku wan di nava civakên xwe de biparêzin. Ji ber ku ew bêtir mexdûr dibin, bi zirar û kuştinê re herî zêde rû bi rû tên.

Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk prensîba parastina zarokan bi dabînkirina navendan ji wan re û derxistina zagonan ji bo parastina wan li gorî zagon û peymanên navdewletî yên der barê zarokan de pejirand û bi xîret kar ji bo cîbicîkirina wan li herêmên xwe dike. Bi hêviya ku ev qanûn wê bibe xeta veqetandina zarokên me û sûcdarên ku hatine qetilkirin.

Çend roj berê agahiya kuştina zaroka 10 salî ya bi navê Înas Elî El-Casîm bi awayê gelek hovane hat kuştin ku hişê mirov nikare xeyal bike, hat girtin. Di çend rojên borî de gelek hûrgilî der barê kuştina wê û hûrgiliyên hewldana veşartina tawanên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn eşkere kiribûn, hatin eşkerekirin ku ev tawan binpêkirina eşkere ya exlaqê civakî û mirovî bû.

Em wek Ofîsa Parastina Zarokan a Desteya Jin a herêma Cizîrê û li ser bingeha baweriya ku mafê zarokên me heye li welatê xwe û li ser axa xwe di nav ewlehî û aramiyê de bijîn, kuştina Înas bi tundî şermezar dikin. Em vî sûcê dijmirovî şermezar dikin û diyar dikin ku li hemberî sûcdarên ku ev kiryara hovane kirine em ê bibin aliyên îdiakar, heta ku edalet pêk were û sûcdar hesabê ku heq dikin bidin. Ji ber ku em doza Înas wekî dozeke raya giştî dibînin.”