NY: Li Lîbyayê ji ber lêhiyê 4 hezar û 255 kes mirin

Li gorî rapora herî dawî ya ku Neteweyên Yekbûyî (NY) weşand, ji ber lêhiya li rojhilatê Lîbyayê 4 hezar û 255 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 hezar û 450 kes jî winda ne.

Navenda Nûçeyan- Bahoza Danîel ku li Behra Spî ya Navîn bi bandor bû, di 10’ê Îlonê de li bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Suse û Derne yên rojhilatê Lîbyayê lêhî rabû. Xirabûna ji ber lehiyê hê jî didome.

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) derbarê karesata lêhiyê ya ku di 10’ê Îlonê de li rojhilatê Lîbyayê qewimî raporek nû weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku di 2 hefteyên pêşîn ên piştî karesatê de bi xebatên hevpar ên rayedarên herêmî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên alîkariyê gihîştine 125 hezar kesî.

4 hezar û 255 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di raporê de hat ragihandin ku 250 hezar kes ji ber lêhiyê mexdûr bûne, 40 hezar kes jî li nava welat ji cihê xwe bune û 4 hezar û 255 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat destnîşankirin ku tîmên alîkariyê 452 kes rizgar kirine û hat destnîşankirin ku 8 hezar û 540 kes jî winda ne.

Raporê diyar kir ku rêxistinên mirovî piştgirî didin hewldanên ji bo vekirina dibistanan di demek nêzîk de, çêkirin û paqijkirina deverên zirardîtî û zêdekirina gihîştina ava vexwarinê ya bi ewle, piştgiriya derûnî û dermanan ji bo dermankirina nexweşiyên kronîk ji bo kesên ku ji karesatê bi bandor bûne.