NY hişyarî da: Pevçûnên li Sûdanê gihişt astekî cidî

NY, hişyarî da ku pevçûnên li Sûdanê dibe ku belavî herêmê bibe û banga parastina sivîlan û gihandina alîkariya mirovî bê astengî kir.

Navenda Nûçeyan – Netewên Yekbûyî di mijara îhtimala pevçûnên li Sûdanê ku di sala 2023’an de destpê kirî û belavî hemû welat bûyî de, vegere krîzek hê berfirehtir hişyarî da. Saziyê daxwaz kir ku divê demildest pevçûn werin sekinandin.

Rayedarên NY’ê diyar kirin ku pevçûn ‘gihaye qonaxek hê tarîtir’ û da zanîn ku li herêmên derdora Sûdanê xeteriya belavbûna pevçûnan zêde bûye. NY’ê destnîşan kir ku bi awayek cidî rewşa mirovî û ewlehiyê xirab bûye, sivîl rojane rastî tundî û hilweşînê tên.

Bi taybet di hefteyên dawî de, saha petrolê Hejlig ku xwedî girîgiya stratejîk a li başûrê Kordofan û Babunusa a Rojavayê Darfurê di dema pefçûnan de bi lez hate kotrolkirin, asta pevçûnan zêde kir. NY hişyarî da ku dibe ku welatên cîran jî mudaxîlî rewşê bibin, banga parastina sivîlan, gihana alîkariyên mirovî bê astengî û demildest sekinandina pevçûnan kir.