NY: Di bin rêveberiya Talîbanê de jin û mafên mirovan di bin gefan de ne

Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Efganistanê da xuyakirin ku ji dema hatina ser desthilatdariyê ya Talîbanê ve heta niha mafen jin, zarokên keç û gelek aliyên civakê bi awayê sîstemaktîk hatine binpekirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku Talîban ji Efganistanê hat ser desthilatdariyê, ji her alî ve li dijî jinan astengiyan derxist. Di navbera van astengiyan de, qedexekirina xwendina dibistana navîn û zanîngehê, girtina cihên kar ên jinan û qedexekirina ketina cihên vekirî û parkan hene.

Raportorê Taybet e Neteweyên Yekbûyî yê Efganistane Rîchard Bennet di rapora xwe ya nû de, diyar kir ku binpekirin tenê bi jin û zarokên keçik re bi sînor nemane, bandorê li ser beşên cuda yên civakê kirine. Di raporê de bal hat kişandin ku li welat di ware azadî û mafên mirovan de paşketin çêbûye. Her wiha hat diyarkirin ku di rêveberiya Talîbanê de îşkence zêdetir bûye û ev yek jî bûye sedem ku li Efganistanê mafen mirovan bi awayê cidî were binpêkirin.

Zulma ji ber zayendê

Raportorê taybet, bal kişand ku yên zêde ji polîtîkayên Talîbanê zirarê dîtine, jin û zarokên keçik in û diyar kir ku tu aliyê qedexekirina perwerde û xebatê hiqûqî û olî nîn e û got: “Ji dema ku Talîban hatiye ser desthilatdariyê ve heta niha, jin û zarokên keçik bi awayê sistematîk hatine vederkirin û rastî zextê hatine. Ev yek jî zulma ji ber zayendê ye û li gorî hiqûqa navneteweyî tê wateya sûcê li dijî mirovahiyê.”

Binpêkirin hatin belgekirin

Binpêkirin tenê bi cudakariya li dijî jinan re vi sînor neman; azadiya çapemeniyê jî bi awayekî nedîtî di bin zextan de ye. Talîban, saziyên medyayê yên ku polîtîkayên wê şermezar dikin an jî weşanên serbixwe dikin weke “derzagonî” bi nav dike.

Raportorê taybet diyar kir ku zexta li ser medyayê û bêdengkirina kesan, taybetmendiyen ji rêzê yên rejîmên otoriter û dîktator in. Di raporê de hat diyarkirin ku 2021’ê de piştî ku Talîban hat ser desthilatdariyê, der barê rewşa mafên mirovan de 11 rapor hatine amadekirin û hatiye plankirin ku rapora nû dê di dawiya meha Cotmehê de pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan were kirin. Her wiha hat diyarkirin ku di raporê de binçavkirinên kêfî, îşkence û binpêkirinên li dijî jin, rojnameger û parêzvanên mafên mirovan bi awayekî berfireh hatine destgirtin.