NY: Bandorên pevçûna berdewam a li Sûdanê dê bi salan bidomin

Pevçûna li Sûdanê ku zêde dibe, krîza mirovî girantir dike. Bi milyonan kes koç dikin û êrîşên bi dronan berdewam dikin. Neteweyên Yekbûyî piştrast dike ku du ji sêya nifûsê, hewceyî piştgiriyek lezgîn in û hewlên navneteweyî hê jî têr nakin.

Navenda Nûçeyan – Pevçûnên li Sûdanê ya ku di Nîsana 2023'yan de di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de destpê kir, rê li ber yek ji krîzên herî giran vekir. Krîzek ku welat di dîroka xwe ya nûjen de dîtiye.

Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Siyasî û Avakirina Aştiyê Rosemary Di Carlo hişyarî li ser pevçûnan da. Rosemary diyar kir ku bandorên pevçûna berdewam a li Sûdanê dê bi salan berdewam bikin, Rosemary tekez kir ku mezinahiya karesatê "şokek kolektîf hewce dike" û gelê Sûdanê êdî nikare li ber derengketinên din xwe ragire.

Bi milyonan kes neçar in ji malên xwe derkevin

Rosemary DiCarlo ragihand ku şer li gelek eniyên welêt berdewam dikin û destnîşan kir ku nêzî 13 milyon kes neçar mane ji malên xwe birevin. Rosemary ev agahî dan: “Di nav wan de 8.7 milyon kesên navxweyî koçber bûne û li seranserê 18 eyaletan belav bûne hene.” Rosemary da zanîn ku Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî kuştina nêzî hezar û 400 sivîlan a di navbera Çile û Hezîrana îsal de belge kiriye. Hezar û 100 ji wan, di encama êrîşên firokên bê mirov de mirin.

Du ji sêyan ji nifûsê hewcedarê alîkariya mirovî ne

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Bilez diyar kir ku du ji sêyan ji nifûsa Sûdanê bi awayekî lezgîn hewcedarê alîkariya mirovî ya jiyanî û rizgarker in. Cîgir destnîşan kir ku xebatkarên mirovî hewl didin bighîjin kesên hewcedar.

Cîgirê tekez kir ku tîmên alîkariyê di nav eniyên pêşîn, êrîşên bi dronan, bêewlehî û aloziyên burokrasiyê de dixebitin. Cîgir got ku heta nîvê vê salê, Neteweyên Yekbûyî bi kêmanî cureyek alîkariyê gihandiye nêzî 11 milyon kesan. Tevî pêşketinên di gihandina alîkariya xwarinê de, hewlên di warên perwerde, tenduristî, stargeh û avê de hê jî li paş bernameyê ne.