Nursel Aydogan: Ji bo bi dawîkirina faşîzmê divê gel biçe ser sindoqan

Siyasetmedar Nursel Aydogan der barê hilbijartinên 14'ê Gulanê û hilbijartinên tûra duyemîn a nêz dibe de axivi, diyar kir ku hikûmet mudaxeleyî hilbijartinê kir û got: "Ji bo bi dawîkirina faşîzmê divê gel biçe ser sindoqan.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Navenda Nûçeyan - Tirkiye ji bo hilbijartina serokomariyê ya ku di 14’ê gulanê de hat kirin, xwe ji bo tûra duyemîn amade dike. Xebatên ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokomariyê ku dê di 28’ê gulanê da bên pêkanîn dewam dikin. Îtîrazên ji bo encamên Hilbijartina Giştî ya Parlamenterî û Serokomariyê yên di 14ê Gulanê de hatin pêkanîn bi awayekî tund tên kirin, gelek nelirêtî jî di raya giştî de xuya bû. Îtîrazên li ser dengên dervayî welat nayên berçav girtin, ji bo tûra duyemîn dê sindoq di navbera 20-24'ê Gulanê de bên danîn.

Parlamentera berê ya Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nursel Aydogan ku ji bo hilbijartinên tûra duyemîn ji gel re banga bikaranîna dengan kir, têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê jî nirxandinên girîng kir. Nursel Aydogan da zanîn ku gelê Kurd bi vê encamê neket nava bêbiryarbûnê û bêhêvîtiyê û wiha got: "Ev gel gelek zehmetî dît û gelêkî bi rûmet e ku her carê dikeve dizane dîsa rabe ser piyan."

'Ev operasyonan tu carî negihiştin armanca xwe'

Nursel Aydogan, da zanîn ku ew li Ewropayê ku ji ber pêvajoyê neçar ma biçin rojê 24 saetan geşedanên siyasî, aborî û civakî yên Tirkiyeyê dişopînin. Nursel Aydogan a ku diyar kir ew ji aliyê manewî ve li welatê xwe ye, bal kişand ku Tirkiye di pêvajoyeke hilbijartinê ya gelekî dijwar re derbas dibe. Nursel Aydogan da zanîn ku yek ji tiştên ku hilbijartin zehmet kiriye operasyonên tasfiyeyê yên li dijî HDP'ê ye û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji sala 2015'an û vir ve hewl dide ji van operasyonên tasfiyeyê encam bigre.

Nursel Aydogan der barê pêvajoyê de ev nirxandin kir; “Binçavkirina zêdeyî 20 hezar endamên HDP’ê û girtina bi hezaran yek ji mînakên herî berçav ên vê yekê ye. Dîsa bi rêya qayîman desteserkirina şaredariyan û girtina serokê şaredariyan ve ji bo wan yek ji operasyonên herî girîng bû. Em ji siyasetê jî dizanin ku ev operasyon tu carî negihijê encamê û me her tim got. Têkoşînên şoreşgerî her tim wiha ne. Em tu carî li hemberî vê tasfiyekirinê bêçare û bêhêvî nebûn. Di civîna MYK'ê ya duh pêk hat de jî daxuyanî da û diyar kir ku dê ji ber pêvajoya tê jiyîn xebatên berfireh bên meşandin. Lê gel jî li hemberî van zextan vîna xwe nîşan da. Di vê pêvajoyê de gel bi çûyîna ser sindoqan û dengdayînê nîşan da ku çiqasî girêdayî partiyên xwe ne.”

'Dengên li Tirkiye û Ewropayê rastiyê nîşan nadin'

Nursel Aydogan, balkişand ku operasyonên li Tirkiyeyê li Ewropayê jî tên pêkanîn û diyar kir ku dengên ku di encama hilbijartinê de derketine holê rastiyan nîşan nadin. Nursel Aydogan, diyar kir ku encamên dengdanê ne li Tirkiyeyê û ne jî li Ewropayê ne rast in û wiha got: “Tişta ku di van rojên dawî de der barê ewlehiya sindoqan de qewimî, bi rastî jî encamên ku divê hemû cîhan bi îbretî temaşe bike ye. Em hemû bi hev re dît ku çawa dengên me bi pergala kompîtur hatin dizîn. Her wiha pêkane ku mirov dikare bibêje dengên me yên li Ewropayê bi vê rêbazê hatin dizîn. Lê helbet divê ev bê îspatkirin. Ji bo îsbatkirina vê jî divê di hemû sindoqan de çavder hebin û girtînameyên îmzayên şil di destê me de bin. Mixabin piştî hilbijartinan em hîn bûn ku li Tirkiyeyê di 20 hezar sindoqan de çavder tune ye. Bi rastî ev rewşek tirsnak e, ji ber ku em baş dizanin ku çi sindoqan de em ne çavder bûn. Bi rastî ji ev rewşek tirsnak e, ji ber ku em baş dizanin ku li pêşiya hikûmetek çawa heye. Em baş dizanin ku tu rê û rêbazek ku ji bo îktîdarê bimîne necerîbine tune ye. Ji bo vê jî divê di hilbijartinan de valahiyek ava nekin. Di sindoqan de nebûna çavdêran bandoreke mezin li encamên hilbijartinê kir."

'Di vê hilbijartinê de bi rêbazên cuda deng hatin dizîn'

Nursel Aydogan dest nîşan kir ku bloka AKP-MHP'ê bi rê û rêbazeke ji hilbijartinên din cudatir dengan dizî û wiha got: "Di şert û mercên faşîzmê de pêvajoyeke hilbijartinê ya gelekî aram hat jiyîn.” Nursel Aydogan da zanîn ku xem û fikarên di pêvajoya hilbijartinê de 24 saet piştî hilbijartinê xwe nîşan didin û wiha got: "Wekî ku em ji hilbijartinên berê dizanin, me difikiriyan ku AKP’ê beriya hilbijartinê dê kaos û tevlîheviyê çêbike û êrîşên avahiyên partiyan bike, êrîşên bi bombeyan bike û van hilbijartinan qezenç dike. Xem û fikarên hemû kesî di vê xalê de bûn. Dema ku piraniya civakê heta roja dawî ya hilbijartinê benda pêleka êrîşêk wiha bûn, pêvajoyeke gelekî aram derbas bû. Piştî hilbijartinê 24 saetan, piştî sextekariya hilbijartinê û rewşên bi vî rengî yên derketine holê, hat fêhmkirin ku çima êrîşên bi vî rengî nehatine kirin. Wekî ku di encaman de jî derket holê, biryar daan ku vê carê rêbazek cûda biceribînin. Ev jî rêbazek ku bi karanîna teknolojiyê dengên me xesp kirin,”

Nursel Aydogan, da zanîn ku tevî hemû zext, operasyon û diziya dengan bi nîşandana îradeya gel serkeftineke mezin bi dest xistiye û diyar kir ku dê derbarê dizîna dengan û encaman de teqez rexnedayîn bê pêkanîn. Nursel Aydogan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser dengên Partiya Çepên Kesk ên ji aliyê MHP'ê ve hatine dizîn, anî ziman ku gelê Kurd piştî gelek zehmetiyan hatiye vir û ew gelê birûmet e û dizane ji cihê lê ketiye rabe.

'Di vê ev tablo me ber bi bêbiryardarî û bêhêvîtiyê ve nebe’

Nursel Aydogan wiha got; “Di anketên ku hem ji aliyê me û hem jî ji aliyê MHP’ê ve heta hilbijartinê hatine kirin, ne dengên Partiya Çepên Keskan 8,8, bû ne jî dengên MHP’ê ji sedî 11 bû. Piştî lîstikan derket holê ku çawa dengên me ji MHP’ê re wek blok hatine nivîsandin. Divê ev ti carî ji me re nebe sedem, me pêşbînî kiribû ku AKP’ê di hilbijartinan de her cure rêbazan bikar bîne. Tevî van hemûyan jî me encameke pir baş girt. Me bi 61 parlamenteran di meclîsê de karî em bibin partiya herî mezin a 3’emîn. Di vê serkeftinê de ked û kedeke mezin a gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê heye. Me di vê pêvajoya dijwar de tiştekî pir girîng pêk anî. Partiya me bi gelek operasyonên siyasî re rû bi rû ma, her zehmetî derbas bû. Mafê Kurd bi derbaskirina zehmetiyên mezin hatiye van rojan. Mirovekî birûmet e ku dizane ji cihê ku ketiye rabe. Helbet li ser van encaman rexnêdayîn me bibe û divê bike.”

'Ji bo bi dawî anîna faşîzmê divê gel biçe ser sindoqan'

Nursel Aydogan, da zanîn ku dê di navbera 20-24'ê Gulanê de li Ewropayê sindoq bên danîn û bang li gelên Ewropayê kir ku di van rojan de dengê xwe bidin. Nursel Aydogan, diyar kir ku divê gelên li Tirkiyeyê di 28'ê Gulanê de li ser sindoqan bin û bêjin 'faşîzmê raweste' û got, "Serkeftin û serkeftin dê ya me be." Nursel Aydogan di bangewaziya xwe de bal kişand ser van axaftinan; “Dema ku em çûn hilbijartinên 14’ê Gulanê dirûşmeya me ya sereke “Yek deng yek deng e û yek deng dê dîktatoriyê hilweşîne” bû. Her çend di hilbijartinên 14’ê Gulanê de me nekarî encamên ku dixwestin bi dest bixin jî, me serkeftinek girîng bi dest xist. Me di tûra yekemîn de nehişt ku faşîzm bi ser bikeve. Me di tûra yekem de nehişt Erdoganê ku li dijî partiya me operasyonê pêk anî û hemû stratejiya xwe ya hilbijartinê bi rêya me ava kir, serbikeve. Bi rastî ev e hem ji bo me hem jî ji bo gelê Kurd serkeftinek mezin. Me di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de nîşan da ku ew ne têkçûyî ye. Me di hilbijartinên 14’ê Gulanê de jî heman tişt kir. Me nehişt ku faşîzma desthilatdariya AKP-MHP’ê pêşî li vî welatî bigire. Hilbijartinên tûra duyemîn ji bo me û li Tirkiyeyê jî gelek girîng in. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo bidawîkirina vê faşîzmê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Em dibêjin di 28’ê Gulanê de dê faşîzm têk biçe. Bi vê dirûşmeyê em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku di navbera 20-24’ê Gulanê de dengê xwe bidin. Dê serkeftin ya me be.”