Ji rojnamevana ku berxwedana Tişrînê şopand bang: Ragihandina derve divê vê berxwedanê ragihîne

Rojnamevan Nûjîn Serxwebûn ya ku kêliyên berxwedana li Bendava Tişrînê dişopand got ku li wê derê destanek tê nivîsandin û ev bang kir: “Rojnamevanên ku dibêjin ku ew mafên mirovan diparêzin, divê berê bidin Bendava Tişrînê û berxwedanê ragihînin.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Berxwedana şervanên QSD’ê bi pêşengtiya YPJ’ê li Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha xwe ya sêyemîn de ye. Her wiha gelê ku bi armanca parastina av û ceyrana xwe di 8’ê Çileyê de berê xwe dan Bendava Tişrînê, nobedariya xwe dewam dikin.

Berxwedana gel a ku ketiye meha duyemîn, bi kamerayên rojnamevanên ku bûn çav guh û zimanê gelê ku rêya berxwedanê bijartine, didome. Di encama Berxwedana Bendava Tişrînê ya mehek de, gelek komkujî û êrîşên hewayî çêbûn. 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Di nav wan de çend rojnamevan jî hebûn.

Rojnamevan Nûjîn Serxwebûn yek ji wan rojnamevanan e ku ji rojên destpêkê yên daketina gel a rêya Bendava Tişrînê, kêlî bi kêlî dişopînin. Li kêleka wê jî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ku bi êrîşên hewayî û bejahî sûcên dermirovî yên rasterast li dijî sivîlan pêk tîne, belge dike.

Rojnamevan Nûjîn Serxwebûn ji ajansa me re behsa hûrguliyên berxwedana Bendava Tişrînê kir.

‘Serkeftina berxwedana Bendava Tişrînê hevsengiya berxwedana gel û şervanan e’

Nûjîn Serxwebûn got ku Bendava Tişrînê qadek berxwedanê ye û wiha dom kir: “Berxwedana li Bendava Tişrînê tê jiyîn, rûpelekî nû di dîrokê de xêz dike. Hem jî rihê yekîtiya gelan li Rojava ya bi salan dihat perçekirin, careke din da avakirin û me bi xwe şahidî ji vê hevgirtinê re kir. Berxwedana Tişrînê ji du aliyan ve didome û hevdû temam dike. Şervan li eniyên Bendava Tişrînê û berxwedana gel a li ser Bendava Tişrînê bi xwe tê raber hevsengiyeke wiha çêdike ku berxwedana zêdeyî sê meh in dirêj dike bi rêk û pêk dewam dike. Pêdivî bi jiyankirina kêliyên berxwedanê heye. Ji ber ku di bilêvkirina berxwedana gel û şervanan de pir zehmetî tê kişandin, ancax mirov bi xwe jiyan bike.”

Kêliyek ji bendavê…

Nûjîn Serxwebûn bûyerên di heman kêliyê de dihatin jiyîn jî wiha bilêv kir: “Di nav heman kêliyê de berxwedan, li kêleka wê şehadet, birîndarî, êrîş, zext û binpêkirina mafên mirovan heye. Sivîl tên qetilkirin, li kêleka wê şervan şer dikin û dayîk sloganan davêjin, hunermend bi gotina ku wan kefenê mirinê qetandiye û kilîban li ser bendavê çêdikin. Di demeke ewqas kurt de dîrokeke ewqas hêja nivîsandin. Me bi xwe gelek bûyer şopandin û çîrok bi çavên xwe dîtin, lê di gotina wê de zehmetî tê kişandin. Ancax ev berxwedanî bi rêbazên hûnerî an çêkirina belgefîlman dikare şewqa berxwedanê nîşan bide. Ji ber destaneke ku tê jiyankirin îro divê ku siberojê were sazkirin û ji cîhanê re were nîşandan.”

Rêzesûcên dagirkeriyê li çavkaniya jiyanî ya stratejîk ku li wir jiyanek jîndar dibe

Nûjîn Serxwebûn rûyekî din ê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û sûcên ku li dijî sivîlan ên li ser Bendava Tişrînê pêk tîne, bi van gotinan eşkere kir: “Me şahidiya êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û qetilkirina wê ya sivîlan  kir û ev bi belge ji raya giştî re radigihand. Sûcên dermirovî li dijî enerjiya ku gelê herêmê jê sûd werdigire hatin pêkanîn. Ji ber ku Bendava Tişrînê bendavek stratejîk e û çavkaniyek jiyanî ye, ji lewra li wir jiyanek jîndar dibe. Ji ber wê jî dagirkeriya Tirk bêyî ku nasnameya gel û nirxên wê yên pîroz nas bike, bi awayek hovane êrîş dike. Hejmarek ji sivîlan hatin qetilkirin û birîndarkirin, lê her çiqas êrîşên hewayî û bejahî dijwar bin jî, ev berxwedanî berdewam kir û hê jî didome.”

Tiştekî ku dewleta Tirk hesabê wê nake heye!

Nûjîn Serxwebûn got ku bi rêya tîbûn û birçîbûnê jî bimîne, dîsa dewleta Tirk wê hewl bide îradeya gel desteser bike û wiha pêl da gotina xwe: “Eger bendav were dagirkirin, wê dagirkeriya Tirk li wê derê tenê raneweste û her pêş de were. Em dîroka dagirkeriya Tirk baş dizanin ku bi rêya birçîbûn û tîbûnê mabe, wê hewl bide îradeya gelê Rojava têk bibe, bike kole û nasnameya wan binpê bike. Lê di vir de tiştekî ku dewleta Tirk hesabê wê nake heye; di serî de Gelê Kurd û bi giştî gelên herêmê yên ku tama azadiyê stendine, wê nehêlin îradeya wan têk biçe. Ev ne gelê berî çend salan e ku ji xwe re koletiyê bipejirîne, serî bitewîne û ev ne ew gelê ku bêje bila zikê min têr be temam e. Gelê ku tê nobedariyê digire jî, gotine ku bedêl çi be, bi qetilkirina wan jî be, ew ê dest ji bendavê bernedin.”

‘Bêdengiya navdewletî rê ji dagirkeriya Tirk re vekir’

Nûjîn Serxwebûn balkişand ser sûcê qetilkirina rojnamevanan ku dewleta Tirk her diçe zêdetir dike jî. Nûjîn Serxwebûn destnîşan kir ku qetilkirina rojnamevanên berxwedaniya gel dişopandin, di ti zagonên navdewletî de nayê pejirandin. Nûjîn Serxwebûn bi van gotinan balkişand ser vê mijarê: “Hedefgirtina sivîlan di rêza yekemîn de ye. Ji ber ku ew mirovên bê çek in, yên li ser Bendava Tişrînê û bi awayekî çalakiyên protestoyî dibêjin em dagirkeriya Tirk qebûl nakin û dixwazin jiyana xwe biparêzin. Eger ev sivîl tên qetilkirin, bê guman rojnamevanên ku dibin deng guh û zimanê wan sivîlan ku li kêleka gel têkoşînê dikin û dixwazin rûyê rastîn yên berxwedana tê meşandin ji cîhanê re ragihîne, hene. Ev rojnamevan rastî êrîş û qetilkirinê tên, ev jî di waê hiqûqî de sûcek e û nabe rojnamevan werin hedefgirtin. Dewleta Tirk van mafan nas nake û êrîşên xwe yên qirkirinê jî didomîne, bêyî ku tu cezayek hebe van binpêkirin û sûcan rawestîne. Em bêdengiya navdewletî jî jibîr nekin. Ger ku zext li dewleta Tirk bikirana, ewê îro bi dilekî rihet Cîhan û Nazim nehatibana qetilkirin.

Têkoşîna Cîhan û Nazim rêyek nîşanî me da, mîrasek pir dewlemend ji me re hiştin ku em her li pey rêya heqîqetê bimeşin. Em ji wan fêr bûn ku bedêl çi be jî, divê em di oxira derxistina rastiyê de wê bidin û kamera û pênûsa wan jî li erdê nehêlin. Eger zêdeyî mehekê me li vir berxwedana gel dişopand û dîmen digirtin, ev hemû hêza ku me ji Cîhan û Nazim girtî ye. Bi vî awayî jî em bûn şopdarên wan û ragihandina wê heqîqetê û em ê xilas nebin jî.”

‘Dema gel dighên bendavê hevdû hembêz dikin û berxwedana hev silav dikin’

Nûjîn Serxwebûn çend kêliyên biwate jî bibîr xist û wiha got: “Dibe ku dema sivîl dihatin bombebarankirin û hevalên me yên rojnamevan jî birîndar dibûn, min bi destê hevala xwe ya rojnamevan a birîndar girtibe. Lê bi dehan ji hevalên me yên rojnamevan jî hebûn ku bi hewara sivîlan ve çûn û hewl dan ku wan xilas bikin û jiyaneke nû pêşkêşî wan bikin. Rihekî wiha hat avakirin ku ti ferq û cûdahî nehat jiyankirin, di navbera şervanan, sivîl û rojnamevanan de. Heta Kurd, Ereb, Suryan, hunermend, siyasetmedar û her wekî din jî. Hezkirineke wiha parvekirî ku dema gel digihên bendavê hevdû hembêz dikin û berxwedana hev silav dikin, wekî ku bi salan e hevdû nas dikin, xwedîderketineke wiha hêja çêdibe li ser bendavê.”

Erk û berpirsiyariyên rojnamevanan sînordar neman

Nûjîn Serxwebûn li wir fikiriye, gotiye ka rojnamevan di nav ewqas êrîşên dijwar û komkujiyan de gelo dikaribû di warê pîşeyî de ji roleke mirovî û ehlaqî zêdetir rol bilîze ya na? Li ser vê xalê, hest û kêliyên jiyan kirî wiha anî ziman: “Gava ku ez ketim ser rêya Bendava Tişrînê, min dizanî ku gelek berpirsiyarî û karên ku ji min tên xwestin hene. Berî her tiştî min bi erkek rojnamevanî berê xwe da bendavê. Lê piştî ku min gavê xwe avêt wir û bûyer bi çavên xwe dîtin, di her kêliyê de min soza xwe nû kir.

Dayîkan got em ji mirinê mezintir in û Şehîd Bavê Teyar jî gotibû ku me kefenê mirinê qetandiye, ez jî wekî rojnamevan ji xwe re hinek sînoran derbas dikim, gava ku ez îsrar û hêza gel dibînim. Ji ber ku ger ez bêjim berî her tiştî kameraya min, ewê nêrîna min a li çarçoveya berxwedana dîrokî, pir teng bimîne. Ji lewra min ev ji xwe re got ku ez wek keçeke Kurd li ser vê bendavê di nava vê berxwedaniyê de çi ji min were xwestin bê dudilî bikim. Ji kamereya min heta pênûsa min, ji xizmetkirina gel heta rakirina birîndar û şehîdan. Bê guman gava ez behsa van erkan dikim, ez erkê belgekirina van kêliyan jî jibîr nakim û her du erkên xwe bi hev re pêk tînim.”

Bi destekî hevrêya xwe ya birîndar radikir û destê din jî bi kameraya xwe sûcan belge dikir

Nûjîn Serxwebûn kêliyeke li bendavê jî wiha bilêv kir: “Kêliyên wiha jî hatin jiyankirin. Di kêliyên bombebaranê û birîndariya gel û rojnamevanan de jî, di destek min de hevala min a rojnamevan a birîndar hebû. Min hewl dida wê xilas bikim. Û di destê din de jî kameraya min a ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker hebû ku li kêleka wê jî berxwedaniya ku çêdibe, dihatin qeydkirin û belgekirin.”

Bangewazî: Em xwîn didin qet nebe hûn jî ked bidin

Nûjîn Serxwebûn bi vê bangewaziya li rojnamevanên derveyî welat dawî li axaftina xwe anî: “Doza Tişrînê dozeke hêjayî ku her kes di oxira wê de ked bide ye. Gelek hevalên me xwîn dan, lê herî kêm rojnamevanên li seranserî welat yên dibêjin ew rastiyê radighînin, dibin dengê rastiyê û li dijî zext û zorê ne, divê ked bidin û berê xwe bidin Bendava Tişrînê. Ger ku nikaribe xwe bighîne wir jî, herî kêm rastiya ku li wir tê meşandin, bi awayekî nîşanî dinyayê bide. Ji ber ku destanek tê nivîsandin. Rojnamevanên ku dibêjin ku ew mafên mirovan diparêzin, divê berê kamera, mîkrofon û pênûsa xwe bidin Bendava Tişrînê û kedek bidin. Ji ber ku ger ez wekî rojanemevaneke Kurd dibim dengê berxwedana gelê Ereb, Suryan û Asûrî, divê rojnameger û hunermendên li derve jî, bêyî ferq û cûdahî werin û vê berxwedanê ji nêz ve bijîn, bişopînin û bibin dengê berxwedana Bendava Tişrînê û dîroka wê belge bikin.”