Nûçegihana Mexribê Fatima El-Zehraa Rejmî hat berdan

Nûçegihana Mexribê Fatima El-Zehraa Rejmî ku di 21'ê Gulanê de ji hêla hêzên ewlehiya Îspanyayê ve hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.

Mexrib – Nûçegihan Fatima El-Zehraa Rejmî dema ku bûyerên li bajarê Sebta yê Mexribê yên di bin kontrola rayedarên Îspanyayê de, diqewimîn de dişopand, bi hinceta bikaranîna hevoka "Sebta ya dagirkirî" ji hêla hêzên ewlehiya Îspanyayê ve hat binçavkirin.
Sendîkaya Neteweyî ya Çapemeniya Mexribê di daxuyaniya ku di 21'ê Gulanê de weşandibû, girtina Fatima ku nûnera kanala "Şûf Tîfî" û rojnameya "El-Mişel" e, ji hêla rayedarên Îspanyayê ve, şermezar kir. Sendîkayê destnîşan kir ku girtina Fatima diyar dike ku rayedarên Îspanyayê rêzê ji azadiya çapemeniyê re nagirin. Her wiha daxwaz kir ku Fatima serbest were berdan.
Fatima El-Zehraa Rejmî di rojên borî de serdana deverên cihêreng ên Sebtayê kiribû û bi gelek koçberên ku bi armanca koçberiya neqanûnî ketibûn bajarê Sebta yê Mexribê re, hevpeyvîn kiribû. Lê di roja 21'ê Gulanê de li ser daxwaza dadgeha Îspanyayê hat binçavkirin. lê piştî ku bi saetan binçavkirî ma û hat lêpirsînkirin, serbest hat berdan.