Nûçegihana JINNEWS’ê Sema Çaglak hat xelatkirin
Nûçegîhana JINNEWS ê Sema Çaglak bi nûçeya xwe ya "Emîne Şenyaşar: Tenê edalet dikare birînên min derman bike" hêjayî Xelata Kedê ya Rojnameger Mazlûm Bagok hat dîtin.
Navenda Nûçeyan - Bi boneya salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî Yekîtiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal xelata Kedê ya Şehîd Rojnameger Mazlum Bagok diyarî rojnamegeran dike. Sala derbasbûyî ji ber belavbûna vîrûsa koronayê merasîma xelatdayînê nehat lidarxistin û nav jî nehatin diyar kirin. Îsal jî bi mebesta heman rewşê komîteya şopandina xelatê biriyar da ku merasîma xelatdayînê neyê lidarxistin. Ji ber vê sedemê îsal tenê navên kesên xelat girtine hatin aşkerakirin. Nûçegihana Ajansa Nûçeyên Jinan JINNEWS’ê Sema Çaglak jî bi nûçeya xwe "Emîne Şenyaşar: Tenê edalet dikare birînên min derman bike" hêjayê xelatê hat dîtin.
Mazlum Bagok yekem rojnamegerê ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jiyana xwe ji dest dide, lewra Kongreya Yekîtiya Ragihandinê biryar girt ku xelat bi navê wî bê dayîn. Ehmed Saado ku di çapemeniyê de bi navê Mazlum Bagok tê nasîn di sala 1992’yan de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye û di 28’ê îlonê di şerê YPG’ê yê li dijî DAIŞ'ê li Rebîaa jiyana xwe ji dest daye.
Xelata Mazlum Bagok li ser sê astan tê dayîn: Xelateke cîhanî, ango rojnamegerên biyanî yên li Rojava kar kirine tên xelatkirin. Xelata Kurdistanî ya rojnamegerên Kurd yên li her çar parçeyên Kurdistanê dixebitin tên xelatkirin. Ya din jî ji bo rojnamegerên ku bi xwe ji Rojavane û li Rojava dixebitin tê dayîn.
Navên rojnamegerên hêjayî xelatê hatine dîtin wiha ne;
Di beşa Kurdistanî de nûçeya nûçegihana JINNEWSÊ Sema Çaglak ku bi sernav "Emîne Şenyaşar: Tenê edalet dikare birînên min derman bike" hêjayî xelatê hat dîtin.
Nûçeya rojnameger Rola Elxetîb ku di televîzyona Elerbiyê de dixebite "Metirsiyên zarokên DAIŞ'î li kampa Holê" hêjayî xelata cîhanî hat dîtin.
Di beşa dîmen de nûçeya rojnameger Ekrem Salih jî çîroka zarokekî 10 salî ku masiyan li ser rêyan difroşe û bi wî temenî bûye bav hêjayî xelatê hat dîtin.
Di beşa wêneyan de wêneyê ji aliyê rojnamevan Delîl Silêman ve hatiye kişandin hêjayî xelatê hat dîtin. Wêneya leşkerekî Emerîkî li zeviyeke neftê ye û bi rêya wêne agirê ji devê wî dibare tê xuyakirin. Delîl Silêman wênekêşê ajansa AFP’ê ye.
Di beşa nivîskî de, nûçeya ji aliyê rojnamevan Mihemed Hebeş ve derbarê bazirganiya Narkotîkê de di ajansa North Press de hatiye weşandin hêjayî xelatê hat dîtin.
Hat hînbûn ku dê di Roja Radyoyê ya Cihanê de rojnamegerên hêjayî xelatê hatine dîtin xelatên xwe bigirin.