Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 766’an de ye

Malbata Şenyaşar a di roja 766’emîn de Nobeta Edaletê didomînê vê peyamê parvekir: “Li cihê ku edalet lê nebe hemû tişt pirsgirêk e.”

Riha – Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrîşê de birîndar bûbû, di roja xwe ya 766’emîn de ye.

Malbata Şenyaşar a ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê, li ber pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” nobeta edaletê didomîne.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: “Li cihê ku edelat lê nebe hemû tişt pirsgirêk e, cihada herî mezin li kêleka mezluman rawestin û li dijî zilmê sekinîn e. Li Rihayê têkoşîna me ya maf di roja 766’an de dom dike.”