Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 693’emîn de ye
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 693’an de li rûxmê baran û şert û mercê xirab ya hewayê berdewam kir.
Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 693’yan de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar li rûxmê baranê jî îro di saetên sibehê de li ber deriyê edliyê dest bi çalakiya xwe nobetê kirin. Li kêleka wê zabiteyên girêdayî Şaredariya Rihayê ya di bin rêveberiya AKP’ê de, di 22’yê Cotmeha 2022’yan de pankarta malbatê ya “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” desteser kiribûn, hat zanîn ku ev pankart dîsa lê vegerandine. Malbatê di nobetê de pankarta ku ji zabiteyan wergirtî, vekir.
‘Wê mafê me jî li me vegerînin’
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev parvekirin kir: “Nobeta me ya Edaletê di roja 693’an deye… Beriya 3 mehan şaredariay Buyukşehrê di rêveberiya @Akparti de. Dest danibûn li ser panqarta me. Îro panqarta me li me zivirandin. Em bawer dikin ku, ew mafê ku em daxwaz bikin wê li me bizivirînin. Ne sibe, nîha! #2000sonrasıADALET”