Jinên Lubnanê dest bi amadekariyên hilbijartinên herêmî kirin

Jinan ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên ku dê di 15’ê Gulanê de li Lubnanê bên lidarxistin, bi bernameya perwerdeyê ya 3 rojan pêdiviyên gel tesbît kirin û ji bo xurtkirina hebûna jinan di hilbijartinan de nîqaş hatin kirin.

SUZAN EBU SAID

Beyrûd – Li Lûbnanê jinên ku ji bo hilbijartinên 15’ê Gulanê zendên xwe badan, ji bo beşdarbûna bihêz a hilbijartinan dest bi xebatê kirin. Jinên ku projeya “Bi Jinan Re Serkeftin” dan destpêkirin, bernameya perwerdeyê ya 3 rojan bi amadebûna 25 namzedên jin hat destpêkirin.

Perwerdeya ku di 30’yê Çileyê de bi dawî bû, bi hevkariya rêxistina Hevkarên Navneteweyî yên Hikum û Xurtkirina Siyasetên Nûnertiyê û Komeleya Libnanê ya Lêkolînan û Perwerdeyan hat birêxistinkirin. Bernameya perwerdeyê li ser gelek mijaran bû, hat diyarkirin ku jin sûdê ji ezmûnên hev bigrin û keda wan di serkeftinê de yek be û bigihîjin navendên biryardayînê.

Bernameya perwerdeyê

Bernameya roja yekem ji perwerdeyê, ajendayên kar û rêgezên bingehîn pêk hat her wiha bernameya perwerdeya namzedan di pêvajoya li pêş a 3 mehan de di navbera 15’ê Adarê û 15’ê Gulanê de ku ew dema hilbijartinên şaredariyê ye aliyên rêxistinî dê sîstema hilbijartinên şaredariyê ji bo namzedan pêşkêş bikin. Çawa hemleyên hilbijartinê plan bikin û li ser armanc û stratejiyên hilbijartinan cuda li gorî pêdiviyên her gund, bajarok û bajarekî teqez dikin.

Roja duyem, bername li ser diyarkirina armancên hilbijêran, analîzekirina pêdiviyên civakî û pirsgirêkên cuda û çawaniya pêşxistina nîşaneyên bazirganî kesî yê her namzedek, pêşxistina xîtab û tîmên hilbijartinê, her pêdiviyên hemleyên hilbijartinan bû.

Bernameya roja sêyemîn jî li ser teknîk û stratejiyên pêwendiyên bi hilbijêran re, planek giştî ji hemleya hilbijartinê re berî 15 rojan plan kirin, diyarkirina butçe û xwebexş koordînekirin û birêvebirina hemleyê hat nîqaşkirin. Her wiha nîqaşên li ser torên civakî û endamtiyê hatin kirin û çawaniya komkirina hemleyên komkirina xwebeşan. Rûniştin bi pirsên ji namzetan re bidawî bû.

'Di diyarkirina stratejiyên perwerdeyê de girîng bû'

Namzeda Meclisa bajarê Beyrûdê ya paytexta Lubnanê Îgar Xedra ji ajansa me re axivî û got: "Ji bo xizmetkirina bajarê xwe Beyrûdê û agahdarkirina pêdiviyên şêniyên wê, ez beşdarî gelek kursan bûm. Ez pêdiviyên bajarê xwe û şêniyên wê dibînim lê dengê me nagihîje. Bi kêmanî ez hewl didim dengê kesên ku mafên xwe dixwazin, bidim bihîstin. Ez dixwazim diyar bikim ku Şaredariya Beyrûdê şaredariyek pir dewlemend e lê ji ber rêveberiya nebaş hewcedarî nayên bicihanîn. Ev perwerde ji bo me di diyarkirina stratejî û armancên me de girîng bû. Em bi perwerdeyê hîn bûn em ê çawa nûnertiya gel bikin."

'Ez dixwazim Baalbek bikim nav turîzmê'

Ji namzedên jin ên bajarê Baalbekê Hanadî Xezal jî diyar kir ku divê bajar di warê geşepêdan û geştiyariyê de bi pêş bikeve û ew ê di nava xebatan de cih bigrin. Henadî Xezal got: “Di meclisa bajêr de em rastî gelek zehmetiyan hatin. Em rastî pirsgirêkên ku ji ber jin tevli civînan nebûne û ji gelek aliyan ve hebûna me nehatiye qebûlkirin hatin. Ji bo ku em bajarê Baalbekê bigihîjînin turîzmê projeyên ku me dest pê kriine hene. Wekî jin çalakiyên me niha kêm in. Ez di wê baweriyê de me ku perwerdeyên bi vî rengî wê rê li ber me vekin û tevlibûna jinan zêdetir bibe.”

'Min ji bo bajarê xwe proje amade kir'

Namzeda bajarê Sîdonê yê ku beşdarî perwerdeyê bû, Endezyar. Suhad Afara destnîşan kir ku bajarê Sîdon di warê çand û geştiyariyê de bajarekî girîng e. Suhad Afara diyar kir ku ew di hilbijartinên 2016'an de bûye namzed û wiha got: "Piştî ku ez di hilbijartinê de têk çûm, ez neçûm û li malê rûneniştim, berovajî vê yekê bi zanebûna erkên xwe û ji bo kesên dengê xwe dane min xebatên xwe domand. Pirsgirêkên li bajar, min mecbûr dike ku bifikirim. Min projeya xwe ya li ser çareseriya radîkal a van qeyranan, krîza çop û kanalîzasyonê jî amade kir û pêşkêşî şaredariyê kir.”

'Wê welat bi jinan xurtir bibe'

Çalakvana siyasî û endama Parlamentoya Brîtanyayê Jackie Smith got ku ew kêfxweş e li Lubnanê ye û di vê bernameya girîng a perwerdeyê de ye. Jackie Smith di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya tevlibûna jinan di hemû astan de di nava siyasetê de û wiha got: “Eger jin li hemû qadên cîhanê, di rêveberiyên herêmî de, di meclis, dozgerî û hikûmetê de cih bigrin, dikarin beşdarî xurtkirina vî welatî û siyasetê bibin. Di dawiya hefteyê de em li ser pêvajoya namzediya jinan ji bo hilbijartinên şaredariyan, çawaniya plansazkirin û fînansekirina komkirina alîkariyan, girîngiya namzediya jinan, danûstandina bi dengdêran re û mijarên din ên girîng axivîn."

'Çareserî derketin holê'

Perwerdekar Victoria El Khoury Zwain jî der barê bernameya perwerdeyê de nirxandin kir. Victoria El Khoury Zwain, da zanîn ku ev bername nêzî 2 sal û nîv berê hatiye plankirin û got: “Bernameya perwerdeyê ya jinan ji bo amadekirina projeyên xwe, demek berê dest pê kiribû. Ji bo diyarkirina pêwîstiyên civakê, zanîna hêviyên gel û eşkerekirina ezmûn û jêhatiya namzedan me ev bername amade kiriye. Yek ji sedemên sereke yên vê perwerdeyê jî ew e ku namzed tên cem hev û nêrînên xwe tînin ziman. Kampanya cihêreng e û pêdiviyên welatiyan li ber çavan digre. Bi vî awayî, berendam dê bikaribin ji bo navçe û bajarên xwe projeyan çêkin, çareseriya pirsgirêkan bibînin."