Nobeta “edaletê” ya malbata Şenyaşar 50 roj li peyî xwe hêla

Çalakiya nobetê ya Malbata Şenyaşar ku bi daxwaza “edaletê” hatî despêkirin 50 roj li peyî xwe hêla. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê got: “Li vir rastiyeke bi êş heye niha ji bo me EDALET û hiqûq tune ye."

Riha – Nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirî li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, daye destpêkirin di roja 50’emîn de dewam dike.
Malbatê li ser medya civakî parvekirin kir û got, "Hîna jî bahsa maf û hiqûqê dikin! 3 mirovên me li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin! Hîna tu kes nehatiye girtin. Li vir rastiyeke bi êş heye niha ji bo me EDALET û hiqûq tune ye."