“Nobeta edaletê” ya Emine Şenyaşar di roja 68’an de ne

Çalakiya “edaletê” ya Emine Şenyaşar ya du kur û hevjînê wê hatine qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 68’an de dewam dike.

Çalakiya “edaletê” ya Emine Şenyaşar ya du kur û hevjînê wê hatine qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar  di roja 68’an de dewam dike.
Riha – Parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn, di encamê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin bi daxwaza "edaletê" dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kirin. Ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê ve li mala xwe ya Pirsusê çalakiya xwe di roja 68’an de dewam dikin.
Malbatê li ser xwe hesabê xwe yê twîtterê ev parvekirin kir: “Weke Malbata Şenyaşar em îro careke din band dikin. We mabat û cejnên me ji me girtin! Em ê daxwaz û têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Kesên ku malbata me qetil kirine wê bên darizandin û em ê edaletê bigirin.”