Nobeta Edaletê: Meqam û mirovahî şûn guhertine
Malbata Şenyaşar a 656 roj in bê navber nobeta edaletê didomîne wiha pirsî, “Hikumet û rayedarên ku dewletê birêve dibin, wê heya kengê li hemberî vê be edaletî û zilmê temaşevan bin!”

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 656’emîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftê ye û edliye girtî ye malbatê li mala xwe ya Pirsûsê nobeta xwe didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam da, “Meqam û mirovahî şûn guhertiye. Hikumet û rayedarên ku dewletê birêve dibin, wê heya kengê li hemberî vê be edaletî û zilmê temaşevan bin!”