Nobeta edaletê malbata Şenyaşar di roja 56’an de ye
Nobeta ji bo edaletê ya malbata Şenyaşar 56 roj in didome. Malbatê ji hesabê xwe yê twîtterê bi gotinên “Qey destnedana biraziyê parlamenter jî heye? Edalet li ku ye?” Berteka xwe anî ziman.
Riha – Li Pirsûsa Rihayê beriya hilbijartinan di 24’ê Hezîrana 2018’an de xizim û parêzvanên parlamenterê AHP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn, di encamê de bav û du kurên wî hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît ji bo edalet bi cih were nobeta edaletê ya ku li pêşiya Edliyeya Rihayê digirtin ji ber qedexeya derve li mala xwe didomînin.
Malbatê ji ser hesabê xwe yê twîtterê wêneyek dema qetliamê bi vê peyamê parve kir: “Yê ku li dikana me bû sedema kuştina du kesan biraziyê parlamenter Îbrahîm Yildiz e. Der barê wî de biryara girtinê heye lê 3 sal in serbest diger. Qey destnedana biraziyê parlamenter jî heye? Ka edalet?”