Nobeta Edaletê di roja 714’an de didome

Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeta edaletê ya di roja 714’an de diyarkirin ku dest ji têkoşîna bi heq bernadin.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 714’emîn de didome.

‘Emê têkoşînê  bidomînin ’

Malbata Şenyaşar di dane siharê de dest bi nobeta edaletê kirin. Li vêderê Ferîd Şenyaşar axivî û destnîşan kir ku dozek bi heq didin meşandin û wiha got: “Doza me dozeke heq e. Polîs jî, dozger jî rayedarên Wezareta Dadê jî dizanin ku di vê dozê de em mafdar in. Lê dema em dibêjin ‘bi hiqûqî bikin’, wê demê gav naavêjin. Dozger bêçare hatine hiştin û hiqûqê bicih nayînin. Dem bi dem ji Enqereyê hinek rayedar tên edliyeyê. Ev rayedar û serdozger ji bo ku têkoşîna heq a dayikê nebînin, ji deriyê piştê ve dikevin edliyeyê û derdikevin. Ev yek zilm e, neheqî ye. Em dixwazin ku tavilê vê neheqiyê ji holê rakin. Heta ku ev neheqî bi dawî dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

 ‘Me jî edaletê bawerkir!’

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev parvekirin kir: “Me jî edaletê bawer kir! Mirovên tişta bi bawerî dike enerjiya wan xilas nabe. 714 roje nobeta me ya edaletê didome. Banga me eşkere ye li dijî zilma zaliman, werin em li dora edaletê kom bibin. @adalet_bakanlik @bybekirbozdag @valisalihayhan.”