Li Şehbayê ji Kongra Star semînerên 8’ê Adarê
Kongreya Star a bi boneya 8'ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî li Şehbayê civîn û semîner li dar dixin.
Şehba – 8'ê Adarê Roja Jin a Cîhanî ku di vê rojê de her jinek bi rengê xwe dadikevin qadan û vê rojê pîroz dikin. Kongra Star a Efrîn-Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi boneya 8’ê Adarê bi diruşmeya "Bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinê ve" li seranserî navçe û gundewarên kantona Şehbayê semîner li dar dixe. Di semîneran de dîroka 8'ê Adarê û tekoşîn û berxwedana jinan di vê rojê de tê nasîn.
Derbarê semînerên ku tên dayîn endama Koordînasyona Kongra Star a navçeya Şêrawa û jinên ku beşdar bûne nêrînên xwe bi me re parvekirin.
‘8’ê Adarê roja serkeftin û azadiya jinan e’
Koordinisyona Kongra Star a navçeya Şêrewa Fehîma Îbiş bal kişand ser têkoşîna azadiya jin û ev tişt anî ziman: "Em 8'ê Adarê rojek pîroz e li gel me, em vê rojê li Rêber Apo ya riya têkoşînê li pêşiya me vekir û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em îro bi diruşmeya Jin Jiyan Azadî di nav kolanan de ne û roja jinan a cîhanê pîroz dikin. Bi hatina 8'ê Adarê wek Kongra Star hemleyek daye destpêkir ku di nava gel de Roja Jin a Cîhanî bidin nasîn û dîroka wê şirove bikin. 8'ê Adarê roja serkeftin û azadiya jinan e. Têkoşîn û serhildana piştî şewitandina 129 jinên karkerên fabrîkayê bû sembola serhildan û têkoşîna azadiya jin. Em şopdarê pakrewanên xwe ne û xeyalên wan a azadiya jin di nav civakê de pêk bînin. Em ê projeya Netewa Demokratîk pêk bînin û wekheviyê di nav civak û saziyên xwe de pêk bînin."
‘Soza me azadiya jin e’
Leyla Reşo ku beşdarî semînerê bûye 8'ê Adarê pîroz kir û got: "Em 8'ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikin ku bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî riya têkoşînê ji me re danî. Bi saya Rêber Apo îro jin ji koletiya desthiladar rizgar bûye û li azadiya xwe digere. Em derbasî semînerê bûne ji bo ku bêhtir dîroka 8'ê Adarê nas bikin. Em ê xwe bighînin jinên ku hîna di nava adetên civakê yên şermê û wan ji vê çarçoveyê xilas bikin. Em ê li kedê ku hatiye dayîn ji bo azadiya jin derkevin. Divê her jinek di vê rojê de xwedî li azadiya xwe derkeve û vê rojê pîroz bikin. 8'ê Adarê roja jinan e. Em di vê rojê de soz didin ku em ê hemû jinan azad bikin û ji koletiya desthiladarî rizgar bikin."