Nobeta edaletê di roja 69’an de ne
Emine Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar îro carekdinê talebên xwe anîn ziman.
Riha – Emîne Şenyaşar a di êrîşên sala 2018’an de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kirin. Ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê ve li mala xwe ya Pirsusê çalakiya xwe di roja 69’an de dewam dikin.
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê twîtterê hesabê Serokkomariyê etiket kir û ev peyam parve kir: “Weke mexdûrên komkujiyê, em dixwazin faîlan li darazê bibîbin. Lewre wê ev ji bo serî pê re derxistina êşa me bibe alîkarî. Lê ev jî ji destê me hat girtin. Zehmet tê lê divê em vana li her derê ragihînin. Heta ku ev zilm bidome bila kes ji me helalkirinê nexwaze.”