Nobeta Edaletê di roja 616’emîn de ye

Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê didomîne, diyar kir ku têkoşîna wan a heq, hiqûq û edalet dê berdewam bike.

Riha –  Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 616’emîn de berdewam dike.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kirin: “Têkoşîn û nobeta me ya heq, hiqûq, edalet, di roja 616’an de berdewam dike.”