Ji bo 25’ê Mijdarê li Hesekê semîner hat dayîn

Kongra Star a kantona Heseke bi dirûşma “Li hember hemû cureyên tundiya dewlet û hişmendiya zilam: Jin, Jiyan, Azadî” der barê 25’ê Mijdarê ya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de semînerek da.

Hesekê – Bi wesîleya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, Kongra Star dest bi hemleyek kirin. Di wê çarçoveyê de gelek rêzeçalakiyên dewlemend dê werin lidarxistin. Îro yek ji rêzeçalakiyên Kongra Star semînera der barê roja 25 Mijdarê de bû. Semîner li Navenda Kongra Star a Kantona Hesekê ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Koçber Hisên ve hat dayîn. Hemû Komîteyên Kongra Star, Şaredarî, Hêza Cewherî, Hîlala Zêrîn û desteya jin beşdarî semînerê bûn.

‘Diruşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ êdî cîhanî bûye’

Semînerê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Koçber Hisên têkoşîna xwişkên Mîrabel a li hemberî desthildariya demê nirxand û wiha got: “Her çiqas pergalê dixwest jinan ji civakê veqetîne jî ew her dem di nava civakê de bûn hêza çareserkirina pirsgirêkan. 25’ê Mijdarê prensîba dîroka jinên leheng e. 25’ê Mijdarê xwedîderketina berxwedana sedan salan e. Ji ber ku her sê xwîşk jî dizanibûn ku yên parastina civaka xwe û dîroka xwe dikin her dem jin bûne. 25’ê Mijdarê sala 1960’î heta roja me ya îro di berxwedan û têkoşîna jinan de xwedî cihekî girîng e. Di heman demê ev roj tê wateya, di şexsê jinan de roja têkoşîna li dijî tûndiya li ser civakê jî. Êdî roja 25’ê Mijdarê ji bo tevahî jinan roja  berxwedanê ye. Xwedîderketina roja 25’ê Mijdarê xwedîderketina li civaka xwe ye. Îro serhildana li Îranê çêbû di bin dirûşma Jin Jiyan azadî de yekitiya jinan li tevahî cîhanê di bin vê dirûşmê de ava kir. Ev dirûşm îro bûye ya cîhanî ku her kes dengê xwe pê bilind dike.”

‘25’ê Mijdarê roja serhildana li dijî tarîtiyê ye’

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Koçber Hisên ji ajnasa me re nirxandin kir û bal kişand ser girîngiya roja 25’ê Mijdarê û wiha anî ziman: “Dîroka 25’ê Mijdarê ji bo hemû jinan weke roja li hemberî tarîtiyê serhildan îfade dike. Şoreşa Rojava jî bi pêşengiya jinan feraseta baviksalarî ya hezar salan şikand. Îro şoreşa Rojava weke şoreşa jinan tê naskirin. Kar û xebatên herî zehmet ên ku kes nikaribû xwedî lê derbikeve jin lê xwedî derdikevin. Weke ku Rêber Apo jî dibêje, ‘civaka ku mekanîzmaya wê ya parastinê her dem geş be, wê şoreşa wê civakê jî bi ser bikeve.’ Em îro careke din dibînin ya ku herî zêde xwedî li  nirxên civakê xwedî derdikeve jin e. Ev şoreş îro bi saya têkoşîna azadiya jinan hatiye afirandin. Bi saya têkoşîna sedan salan li hemberî zîhniyeta baviksalarî, îro jin li tevahî cîhanê li dijî cureyên tundiyê ku bi navê kevneşopiyan, ol û edetan e serî hildidin. Jinên têkoşer mina Jîna Emînî, Zeyneb Saroxan, Jiyan Tolhildan û gelek rêhevalên din riya azadiyê ji bo tevahî jinan vekirin.”

Koçber Hisên axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dijmin li ser 3 qonaxan civakê dike hedef yek hedefgirtina pêşengên şoreşê, tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û êrîş û bikaranîna çekên kîmyewî. Bi vî rengî dixwazin civakê tune bikin û rê li ber pêşketinên wê bigrin. Her ku gavek serkeftî tê avêtin kîn û êrîşa dijmin zêde dibe. Ji bo wê jî em dibêjin her çiqas êrîş hebin wê têkoşîn û yekitiya me xurtir bibe. Ji bo ku em bikaribin rê li ber hemû cureyên şîdetê bigrin”

Semîner bi nîqaşên li ser pêşîgirtina her cure şîdetê bi dawî bû.