Nobeta “edaletê” di roja 266’an de dewam dike

Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe winda kirî û lawek wê jî di hefsê de ne li gel lawê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 266’an de dewam dike.

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 266’an de berdewam dike.  Malbat vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeyê û li “Kuncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” bi rakirina dovîza “em edaletê dixwazin” dest bi çalakiya xwe kirin.
Malbatê li ser hesabên xwe yê medya yê jî ev parkirin danî: “Li Rihayê di nava AKP’ê de hêzên xwînrij û tarî hene. Ev rêxistina tarî ku di bin kontrola wekîlekî de ye, li Rihayê dewletê bêbandor kiriye û qanûnên xwe bi cih tîne. Her kes bi baldarî temaşe dike. Nobeda me ya edaletê di roja 266’emîn de berdewam dike.”