Nobeta “edaletê” di roja 195’an de ne

Çalakiya nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar 195 rojin dewam dike.

Riha – Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî 9’ê Adarê li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta “edaletê kirin. Çalakiya wan 195 rojin dewam dike.
Malbatê li ser hesabên xwe yên medya yê, gotinên helbestvan-nivîskar Çayan Okuduci yên weke “Lêgerîna edaletê ya Dayika Şenyaşar a ku bi destên xwe erd dikole, sembola Tirkiyeyê ya sedsala 21’emîn e. Ev sembol di heman demê de, sembola bêedaletî, bêhiqûqî, zalimtî û bêçaretiya kesekê li hember qanûnek vale û xitimiye” ku ji bo Emîne Şenyaşar gotî par kir.