Nobeta “edaletê” di roja 123’an de ne
Rêveberiya nû ya Baroya Amedê serdana malbata Şenyaşar a 123 rojin di çalakiya nobeta “edaletê” de ne kirin.
Riha - Li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî êrîşê endamên malbata Şenyaşar kiribûn û Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di wê bûyerê de winda kir û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû 9'ê Adarê li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeda "Edaletê" kirin û di roja 123’an de dewam dikin.
Piştî parêzerê malbatê Gokhan Dayik derbarê dosyeya dozê de agahî parvekir, Ferît Şenyaşar jî behsa têkoşîna xwe ya edaletê kir û destnîşan kir ku li holê sûcek mirovahiyê heye. Ferît da zanîn ku yên vê edaletê temîn bikin rêxistinên hiqûqî ne.
Serokê Baroya Rihayê yê nû Mehmet Welat Îzol jî destnîşan kir ku ew dixwazin li tavilê edalet pêk were û ne 123 roj malbat hezar û 23 roj jî li vir rûnên wê piştevaniya malbatê bikin. Mehmet anî ziman ku daxwaza malbatê daxwaza wan e û ji bo daxwaza malbatê wê bi Serdozger re hevdîtin bike.