Nobeta Edaletê di roja 812’an de ye

Malbata Şenyaşar a di roja 812’an de bê navber Nobeta Edaletê didomîne, peyama “Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin” parve kir.

Riha – Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xilas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 812’an de berdewam dike.

Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît şenyaşar ji ber çûn hevdîtina vekirî ya Fadil Şenyaşar ê 5 sal in di hucreya yek kesî de li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin nehatin ber deriyê Edliyeya Rihayê.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ji bo ku em ê biçin serdana birayê xwe Fadil Şenyaşar ê beriya 5 salan bi awayekî birîndar li nexweşxaneyê hate binçavkirin û di hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin, em ê li ber deriyê edliyeyê nebin. Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin.”