Li Îranê ji bo hîcabê pêşnûme zagonek nû

Hikumeta Îranê, pêşnûme zagonek nû ku hîcaba bi zorê rêk û pêk dike pêşkêşî meclîsa Şûra kir. Wê bi zagona nû hewil bê dayîn ku jin bi cezayê pere bikevin bin venêrînê.

Navenda Nûçeyan – Hikumeta Îranê ji bo serhildana Jin Jiyan azadî ya ku piştî qetilkirina Jina Emînî ji ber hîcabê  destpêkirî û berdewam dike, bi tepisîne li rêyan digere. Hikumet pêşnûme zagona ku hîcaba bi zorê rêk û pêk dike pêşkêşî meclîsa Şûra kir.

Li gora nûçeyan ku di  Independent Arabia de cih girtî; Li Îranê analist û civaknas wisan bawerdikin ku zagona girtin û îfetê wê ne serkeftî be. Li welat lebeta jiyanê di metna guherînê ya ku pêşkêşî meclîsa Îslamî ya Şûra kirin de; hat diyarkirin li cihê ji gel re vekirî her jina ku hîcaba xwe ji serê xwe bike wê di merheleya yekem de peyama hîşyarê bi şîninin jêre, dema ku dûbare bibe wê hercarê cezayê pare bi karbînin. Di rewşa ku pare ne razînin de, wê ev ceza dû qat bibe û ji hesabê banqeyê bi awayek otamatîk bikêşin.

 Cezayê pere tê pêşbînikirin

Di metna zagona girtin û îffetê de di fikra (b) ya madeya yekem de bi awayê ‘Yên îhlal dikin, li cihên ji giştî re vekirî û di medyaya dijîtal de kêmek laşe wan tazî were dîtin, yan jî cilên tenik li xwe bikin ku laşê wan têde bixuyê, di merheleya yekem de cezayê pareyek zêde, di rewşa berdewamkirina vê de wê hîn zêdetir cezayê pare were pêkanîn.” hate serastkirin. Di qanûnê de di heman demê de destnîşan kirin ku ‘li cihên ji giştî re vekirî yan jî di medyaya dijîtal de jinên ku laşe xwe teşhir dike, cezayê pare ê ku berê dayîn wê cezayê girtîgehê lê zêdebikin û were cezakirin.”

Wê dest danîn li ser hesabên banqê

Jin dema ku erebe di ajon û di rewşa ku li gora hîcaba bi zorê tevnegerin, dema ku hat hîşyarkirin û cezayê pare da, wê dest danîn li ser erebeyê. Cardin li gora heman qanûnê jin li gora hîcaba bi zorê tevnegere û ji derveyî standartên fermî hîcabê bixwe serê xwe di rewşa ku cezayê pare nede de, wê raste rast ji hesabên wan ên banqê cezayê pare jê bibirin. Dema ku kêm be jî heta ku ev ceza neye dayîn wê dest were danîna li ser hemû hesabên banqê û qerten wan û wê derxistina qertan ji saziyên banqeyan û nû kirina wan û hemû xizmetên fînansî lê were qedexekirin.

Metna pêşnûme qanûna ‘hîcab û îffetê’ li gora madeya 2, memurên jin ên dewletê, dema ku hîcaba xwe derbixin, wê miaşê wan were birîn.