Nobeta Edaletê di 823’an de didome

Nobeta Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar di roja 823’yan de didomîne, îro ji aliyê endam û rêveberên Tarim Orkam-Senê ve hat ziyaretkirin.

Riha – Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên wekîlê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo edalet bi cih were nobeta ku dabûn destpêkirin didomînin.

Emîne Şenyaşar di saetên sibehê de ji mala xwe ya li Pirsûsê hat be edliyeyê û dest bi nobeta edaletê kir. Emîne Şenyaşar di roja 823’yemîn a nobetê de pankarta ku li ser “5 sal in em edaletê dixwazin” nivîsandîbû daliqan. Di nobeta îro de serokê giştî yê Sendîkaya Tarim Orkam Senê Ahmet Keleş û endamên şaxa Rihayê ya sendîkayê atin serdana Emîne Şenyaşar.

‘Em ê heta dawî li ba te bin’

Ahmet Kelek di serdanê de axivî û wiha got: "Heta ku daxwaza edaletê ya dayika Emîne bi cih neyê dê mirov nikaribe li vî welatî behsa hiqûq û edaletê bike. Em vê çalakî, sekn û têkoşîna ji bo edaletê silav dikin, diyar dikin ku heta dawî em ê piştgiriyê bidin.”

Endamên Sendîkayê dûre bi Emîne Şenyaşar ile nobetê girtin.