Nobeta Azadiyê di roja 24'emîn de didome
Çalakiya Nobeta Azadiyê ya li wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmurê) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiribû, di roja 24’emîn de didome.

Mexmûr – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 24 sal in li girtîgeha Îmralî di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Tevî hemû serlêdanan ji bo hevdîtinê tên kirin jî, ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo dawî anîna tecrîda mutlaq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Azadiyê hat dest pê kirin. Nobeta Azadiyê ya bi dirûşma ‘Duh derbas bû, sibê dereng e, hema niha em ê tecrîtê bişkînin’ li Sazîya Malbatên Şehîdan a wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî, Mexmûrê di 10’ê Kanûna 2022’an de dest pê kir, di roja xwe ya 24’emîn de didome.
Çalakiya Nobeta Azadiyê dê her roj bi dewir girtina komeki berdewam bike. Çalakî îro ji aliyê koma 24’emîn ve li Saziya Malbatên Şehîdan hate dewirgirtin. Beriya merasîma dewirgirtinê destpê bike ji bo tevahî şehîdên şoreşê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 24’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî û got: “Wek tê zanîn bi qasî 22 meh e tu agahî ji Rêber APO nayê girtin, tecrîdek girankirî li ser Rêber APO ye. Ji bo ev tecrid were şikandin bi hemu hêza xwe tevgera me ya azadî, gelê welatparêz ên bi rumet di her qada jiyanê de di nava têkoşîn û çalakiyan de ne.”
Piştî axaftinê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hat berzkirin.
‘Rêber Apo di nav berxwedanê de ye, em ê jî li ber xwe bidin’
Yek ji şêniyên wargehê ya bi navê Bihar Aslan derbarê nobetê azadiyê de nêrînên xwe wiha anî ser ziman: “Rêber APO di nava tecrîdekê de ye divê ev yek neyê qebûl kirin, divê bi Rêber APO re hevdîtin bê pêkanîn. Divê gel ne raweste hemu çalakî berdewam bikin. Bila gelê Kurd nemînin mal de, bila her kesek kar bike. Rêber APO ev bi salan e di girtîgehê de ye, ewqas zorî û zehmetî dikişîne, li berxwe dide ji bo jinan, gelê xwe hertiştî dike ev yek ji bo me serbilindiye. Em tu îxanet, tu bêmafî di nav xwe de napejirînin, divê em çavê xwe ji tu tiştî re ne girin armanca wan ew e ku PKK’ê tune bikin.”