Nobeda Edaletê di roja 832’an de ye

Emîne Şenyaşar a ku bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 832 roj in nobeta edaletê digre, diyar kir ku heta daxwaza wan pêk neyê dê dev ji lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bernedin.

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşê malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 832’yan de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyên xwe nikaribû were pêşiya Edliyeya Rihayê lewma nobetê li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Dayika Emîne li pêşiya mala xwe bi pankarta “Edalet” nobeta xwe domand.

‘Dixwazim kesên zarokên min qetil kirine bên cezakirin’

Emîne Şenyaşar a ku pankarta bi nivîsa “Edalet” li ber mala xwe daliqand wiha got: “Hewl didin edaletê binpê bikin. Ji bo danişîna kurê min demeke kin ma. Dixwazim kesên zarokên min qetil kirine bên cezakirin. Heta ku edalet pêk bê ez ê dev ji nobeta xwe bernedim.”

Komkujiya Madimakê bi bîr anî

Malbatê, bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek parve kir û wiha got: “Îro 2’ê Tîrmehê salvegera Komkujiya Sêwazê ye. Her wiha roja 832’an a têkoşîna me ya edaletê ye. Li Sêwazê mirov hatin şewitandin û qetilkirin. Gelo di kîjan pirtûkê de qala şewitandina mirovan tê kirin? Qetilkirina birîndarên li nexweşxaneyê di kîjan pirtûkê de heye? Sûcdar eşkere ne lê edalet li ku ye?”