Nivîskara Kurd Mujgan Kawsî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir
Girtiya siyasî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Nivîskar Mujgan Kawsî, ji bo şermezarkirina polîtîkayên rejîma Îranê, Saziya Dadê û rêveberiya girtîgehê di 16’ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê kir. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku daxwazên Mujgan Kawsî ne şexsî ne, daxwazên hemû girtiyan in.
Navenda Nûçeyan - Nivîskar Mujgan Kawsî ji ber kesayetiya çalakvan û hestiyariya mafên mirovan ji hêla Îranê ve gelek caran hat binçavkirin û girtin, vê dawiyê li Girtîgeha Evîn a ku lê hatibû girtin dest bi greva birçîbûnê kir. Tê diyarkirin ku Mujgan Kawsî ku di 16’ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê kiriye, kiryarên kêfî yên girtîgehê û nêzîkatiyên Saziya Dadê şermezar kiriye.
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê girtiya siyasî ya Kurd Mujgan Kawsî ji 16’ê Gulanê ve li Girtîgeha Evîn a Tehranê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. Li gorî Torê; “Daxwazên wê ne şexsî ne û rexneyeke li ser nêzîkatiya berpirsên girtîgehê û Saziya Dadê ya Îranê li hemberî hemû girtiyan e.”
Cezayê wê ji 69 mehan bû 76 meh!
Mujgan Kawsî, di 16’ê Mijdara 2019’an de li Noşehîr ê li Bakurê Îranê hat binçavkirin. Mujgan birin Girtîgeha Îtelaet ya gardiyanan li bajarê Sarî yê Îranê ser bi paytexta parêzgeha Mazendaran. Mujgan di 10’ê Kanûna 2019’an de birin û di 19’ê Kanûna 2019’an de ji aliyê dadgeha şoreşê ve ji heman bajarî birin Girtîgeha Bajar a Noşehirê. Mujgan ku 69 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, dûre bi kefalet hatiye berdan. Dadgeha Temyîzê ya Parêzgeha Mazandaranê 76 meh cezayê hepsê da Mujgan.
Nivîskar û çalakvana Kurd Mujgan Kawsî di 19’ê Gulana 2020’an de dîsa hate girtin. Vê carê ew birin Girtîgeha Bajêr a Kira. Di dawiyê de, ew di Hezîrana 2020 de hate berdan Girtîgeha Evîn a li Tehranê.