"Nivîsandina rastiyan erka ragihandina azad e"

Nûçegihanên ciwan der barê êrîşên 9'ê Cotmeha 2019'an li dijî bajarê Serêkanî û Girê Spî de wiha gotin: "Xebatkarên ragihandinê bi kamerayên xwe hovîtiya dewleta tirk li Serêkanî û Girê Spî derxistin holê."

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê, dewleta tirk destgirêdayî nema û xwest xeyalên çeteyên DAIŞ'ê berdewam bike. Dewleta tirk di bin navê herêmên bi ewle de, bi hevkarî û lihevkirina Emerîkayê re, piştî gelek gefan di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîşî Serêkanî û Girê Spî kir. Di encama êrîşan de bajarê Serêkanî û Girê Spî hatin dagirkirin. Gelek mirovan di wan êrîşan de jiyana xwe ji dest dan, hatin qetilkirin û koçber bûn. Xebatkarên ragihandina azad di wî şerê de rolek girîng lîstin û hovîtiya dewleta tirk li hemberî sivîlan pêk dianî bi raya giştî re parve kirin. Di wan êrîşan de jî rojnamevan hatin hedefgirtin, birîndar bûn û şehîd ketin. Di salvegera êrîşên ser Serêkanî û Girê Spî de Nûçegihanên NuJinhayê nêrînên xwe parve kirin. 
"Li dijî êrîşan gel berxwedanek destanî raber kir"
Leyla Muhemed got ku dewleta tirk bi hinceta avakirina herêma ewle êrîşî bajarê wan kir û wiha got: "Di destpêkê de em êrîşên dewleta tirk li hemberî Serêkanî û Girê Spî şermezar dikin û hemû şehîdên ku ji bo axa xwe canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Dema ez qala wan rojan dikim gelek êşên mezin dijîm ji lewre di anîna ziman de belkî ez mafê wan rojan nedim. Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk, erdnîgariya Serêkanî ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, dewleta tirk di bin navê herêmên bi ewle de her roj gef li gelên Serêkaniyê xwar. Gel li hemberî gefên dewleta tirk berxwedaniyên destanî raber kirin û soz dan ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin. Beriya êrîşan gel meşên şermezarkirinê û konên mertalên zindî ava kirin, li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî hebû. Tevî nerazîbûna gel, dewleta tirk lihevkirinên bi Emerîkayê re di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest bi opozîsyona dagirkerina Serêkanî û Girê Spî kir."  
"Rola ragihandina azad di pêvajoya êrîşan de"
Leyla Mihemed bal kişand ser rola ragihandinê di derxistina rastiya dewleta tirk ji cîhanê re û piştgiriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gelê Serêkaniyê re wiha parve dike: “Di dema êrîşan de, gelê herêmên din mîna Qamişlo û Hesekê piştgiriya gelê bajar kirin, çûn Serêkaniyê û dest bi meşan kirin lê ew meş rastî topbaranan hatin û mixabin di encamê de Yadê Eqîda hat şehîdxistin û hin sivîl jî birîndar bûn. Di heman demê de rojnamevanên ku dişopandin ew jî hatin hedefgirtin û yek ji wan endamên Ajansa ANHA’yê bû ew jî şehîd ket û em wan hemûyan bi bîr tînin. Ragihandina azad di wî şerê de rolek mezin lîst. Gelek xeter li pêşiya wan hebû, ruxmê wê jî heqîqeta ku di wî şerê de dihat jiyîn ji raya giştî re parve kirin. Gelê me jî ruxmê koçber dibûn digotin em dev ji vê dozê bernadin, heta dawiyê em ê têbikoşin. Gelek dayikan alîkariya birîndaran dikirin. Di dawiyê de jî di bin top û tangan neçar man ji bajarê xwe koçber bibin. Bêguman em dev ji  doza xwe bernadin û heta roja îro gelê bajar tekoşîna xwe didomîne û em di wê baweriyê de ne ku em ê vegerin bajarê xwe û xwedî li xwîna şehîdan derkevin."
"Ziman li ber berxwedana Serêkaniyê pûç dibe"
Sorgul Şêxo der barê 9’ê Cotmehê de axivî û wiha got: "Du sal di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re derbas dibe, ziman li ber berxwedana Serêkaniyê pûç dibe ji ber ku berxwedana ji aliyê gel ve hat pêkanîn li hember hêza duyemîn di NATO’yê de ne normal bû û cihê pîroziyê bû. Berxwedana gel tu pirtûk û helbest nikarin vebêjin û bînin ziman. Bi dagirkirina dewleta tirk a Serêkaniyê, ya ku yekem hat hedefgirtin dibistan bûn ku bi riya hedefgirtina van dibistanan pêşeroja zarokên Serêkaniyê hat qetilkirin. Êrîşên dewlet tirk di wan rojan de mirovahî û wijdanê cîhanê bi giştî hejand lê mixabin dewlet bêdeng man ji vê yekê û ji bo vê yekê jî dewleta tirk ev yek ji xwe re hedef dît û dagirkirina xwe û kiryarên xwe zêdetir û berfirehtir kir."
"Êrîşên li ser şopên dîrokê û sûcên li dijî jinên herêmê"
Sorgul da zanîn ku êrîş li ser dîroka mirovahiya gelê herêmê pêk hatine û sûcên herî dijmirovî li dijî jinên ku li wir mane pêk tên û wiha got: "Cihê ku mirovahî  lê çêbûye her tim bûye hedefa dagirkeran. Êrîşên li dijî Serêkaniyê, li ser dîroka mirovahiya herêmê pêk hatin. Bi taybetî jinên ku dest ji axa xwe bernedan û li Serêkaniyê man, sûc û kiryarên dijmirovahî li dijî wan tê kirin. Navendên ku cihê fêrkirina ziman û muzîkê bûn, bûne zindan ji jinan û gelê herêmê re ku her roj dîlgirtin û binçavkirin çêdibin. Tevî ku gelek dewletan bi daxuyaniyan ragihandin ku li cihên hatine dagirkirin, kiryarên dijmirovî pêk tên jî mixabin tenê di daxuyaniyê de man û tu gavên erênî navêtin. Dagirkirina Serêkanî û Girê Spî ne tenê plana dewleta tirk bû, di heman demê de bi piştgiriya hêzên navneteweyî bû. Tevî hemû rengên çekên kîmyewî û giran li ser gelên herêmê hatin bikaranîn jî hin dewletan kiryarên dewleta tirk ji nedîtî ve hatin. Îro derxistina rastî û nivîsandina berxwedana leheng û gel ji ragihandina azad tê xwestin. Divê em binpêkirinên dewleta tirk li dijî gel raxin ber çavan. Em berxwedana gelê xwe yên Serêkanî û Girê Spî pîroz dibînin û divê em layiqê wê berxwedanê bin. Daxwaza me ew e ku herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin, di demek nêz de em rizgar bikin û gelê resen vegerin cih û warên xwe."