Niha jî zagona 6284’an di hedefê de ye!

Zagona bi hejmar 6284 a ji bo Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Şîdeta li Dijî Jinan, piştî paşvekişandina Peymana Stenbolê bû hedefa hêmanên paşverû

Navenda Nûçeyan- Piştî ku bi kapmanyayên neyînî Peymana Stenbolê hat feshkirin, niha jî li dijî Zagona ji bo Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Şîdeta li Dijî Jinan heman tişt tê kirin. 
Nivîskarê rojnameya Yenî Akîtê Abdurrahman Dîlîpak, piştî Peymana Stenbolê vê carê jî zagona bi hejmara 6284’an hedef nîşan da. Nivîskar bi gotinên “Jixwe zagona bi hejmara 6284 di rastiyê de wekî dubareya peymanê ye. Heta berfirehtir e û jixwe gelek gazinên ku hatin kirin ji ber biryarên ku bi vê zagonê dihatin dayîn bûn. Ger zagona 6284 neguhere dê di rastiyê de tiştek neguhere, wê demê jî dê sîtem berdewam bikin” zagonê hedef nîşan da.
Ji bo ku Peymana Stenbolê were vekişandin hinek kom di serî de rojnameya Yenî Akîtê kampanyayan li dar xistibû. Niha jî ji bo rakirina zagona bi hejmara 6284 dest bi axaftinê kirine. Zagona "bi Hejmara 4320 a ji bo Parastina Malbatê” heta sala 2012’an de di meriyetê de bû. Di sala 2010’an de ji ber ku daxwaza parastinê ya Ayşe Paşali bi hinceta hevberdanê hatibû redkirin û ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hatibû qetilkirin, nebesiya zagona bi hejmara 3420 hatibû rexnekirin. Têkildarî mijarê Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê Tirkiye mehkûm kiribû. Bi hewldana rêxistinên jinan daxwaza zagoneke nû hatibû kirin û zagona bi hejmar 6284 di 8’ê Adara 2012’an de bi yekdengî li Lijneya Giştî ya Meclisê hatibû pejirandin.
Zagona 6284 di 20’ê Adara 2012’an de ketibû meriyetê, ji ber ku rêgeza beyana jinan esas digirt hatibû rexnekirin. Ev zagon piranî li gorî Peymana Stenbolê hatibû amadekirin.