Nîda Salih: Hedefgirtina jinan rêflekseke zîhniyeta mêr a li dijî pêşketina jinan e
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Nîda Salih da zanîn ku di civakê de jinên li dijî desthilatdariyê serî hildidin û gavên ber bi azadiyê ve diavêjin tên hedefgirtin û got ku bûyerên hedefgirtina jinan kîna zîhniyeta mêr a li dijî pêşketina jinan nîşan dide.
RONÎDA HACÎ
Hesekê- Hêzên hegemonîk û xwedî berjewendî bi hemû rêbazan êrîşê nirxên civakan dikin. Ya rast mirov bêje ku şerê qirkirina civakê tê meşandin, êrîşî xweza, bajar, gund, çand, heta fikir û cewherê mirovan dikin. Xwe li ser ked û berhemên civakan didin avakirin. Mêr xistin amûra sereke ji bo ku hişmendiya xwe pêk bînin û bi koletiya jinan ev yek zêdetir mehkûm kirin. Jinên ku li hember desthilatdariyê serî hilddin tên hedefgirtin. Di kantona Hesekê de di vê heyvê de 2 jin hatin hedefgirtin yek jê F.Ş.E a din jî keçek bi temenê xwe 13 salî û kêm endam rastî êrîşê hat û niha li nexweşxaneya Reca a bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê dermankirin.Têkildarê vê mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Nîda Salih ji ajnasa me re nirxandin kir.
“Li dijî Têkoşîn û îradeya jinan kîna mêr di sîstemên desthiltdar de zêde dibe”
Nîda diyar kir ku Her çiqas têkoşîn û îradeya jinan xurt dibe hêrs û kîna mêr a di sîstema desthilatdar de zêde dibe. Hebûna jinan a fizîkî û fikrî hedef diger û wiha pêl da axaftina xwe: “Li tevahî cîhanê rojane jin rastî kuştin û tecawizê tên. Hêzên desthilatdar bi riya qetilkirina jinan civakê hedef digrin, ji ber ku bi jina azad civakek azad û wekhev tê avakirin. Bi kolekirina jinan civak kole dibe. Di şoreşa Rojava de û di roja îro de jin ji bo guhertina hişmendiya civakê di nava kar û xebatê de ne lê ev yek ne li gorî berjewendiyên hişmendiya mêr e lewma di civaka me de hedefgirtina jinan zêde bûye. Dema em dibînin di civakê de zarokek bi temen 13 salî û kêm endam rastî îşkence û şîdetê tê wê demê em dizanin asta kîna zîhniyeta mêr a li dijî pêşketina jinan zêdetir bûye. Ew zarok niha di nexweşxaneyê de derman dibe û rewşa wê xeter e.
“Di heyva Tebaxê de kîna li dijî pêşketina jinan zêde bû”
Nîda teqez kir ku di heyva Tebaxê de li kantona Hesekê 2 jin hatine hedefgirtin û wiha domand: “Di vê pêvajoya hesas de ku jin ji bo pêkanîna projeya Neteweya Demokratîk û avakirina civakek wekhev di her qadê de cih digrin hêzên desthiltdar ji bo têkbirina vê projeyê û kolekirina civakê jinan hedef digrin û hemû rengên şîdetê li dijî wan bi kar tînin. Ev kîna dijmin a li dijî îradeya jinan dide diyarkirin. Dixwazin bi riya hedefgirtina jinan civakê ber bi koletiyê ve bibin û metirsiyek di dilê jinan de bidin avakirin. Di civakê de dema jin tên hedefgirtin an qetilkirin bi navê namûsê tê kirin lê di bin vî navî de siyasetek li dijî civakê bi xwe tê meşandin.”
“Pêwîstî bi guhertina hişmendiyê heye”
Nîda bal kişand ser girîngiya guhertina hişmendiya civakê û wiha anî ziman: “Pêwîst e em bêtir civaka xwe li ser Jineolojiyê bidin perwerdekirin. Bi vê yekê em ê bikaribin rê li ber qetilkirina civakê û jinan bigrin. Dema em bikaribin hişmendiya baviksalarî ji holê rakin em ê bikaribin civakek azad bidin avakirin. Di bûyera herî dawî de ji ber ku keçek bi temenê 13 salî û kêm endam rastî şîdet û îşkenceyê hat, em pir êşiyan, ji ber ku ev keç zarok e. Gere civak li hember vê bûyerê bêdeng nemîne û li dijî zîhniyeta mêr helwestek cidî were nîşandan ku êdî zîhniyeta mêr a civakê dide fetisandin neyê qebûlkirin. Her çiqas em civakê didin perwerdekirin jî li hemberî kar û xebata me kîn û siyastek bi hezaran salan tê meşandin ji bo wê em rastî gelek zehmetiyan tên. Pêwîst e jin asta zanebûnê bilind bikin da em bikaribin civakek li ser esasê hevjiyana azad bidin avakirin.”