Netewî Xemgîn: Tecrîda li ser Rêber Apo li ser bîrdoziya jiyana azad e

Berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Netewî Xemgîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, "Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîdkirina jiyana azad e, ev tecrîd wê tu carî pêşî li ruhê berxwedanê ya jinan negire.”

ROJ HOZAN

Qamişlo-Afirînerê felsefeya Jin Jiyan Azadi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di pergala iskence ya imraliyê de di bin tecridek girankirî de ye û ev 25 meh e tu agahî jê nayê girtin. Têkildarî mijarê Berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Netewî Xemgîn destnişan kir ku tecrida girankiri ya li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecridkirina maf û daxwazîyên azadî ya jinan e ji bo vê jin li her qadê ji bo azadiya wî ya fizîkî têdikoşin.

 ‘Bi saya analîzên Rêber Apo jin bûn xwedî bîrdoziya azadiyê’

Netewî Xemgîn behsa bîrdoziya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan bi pêş xistiya kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rêber Apo di salên 80’yî de bi avakirina tevgera azadiya jinan re, jin kirin xwedî doz û roleke girîng da wan ku temsîla îradeya xwe bikin. Di kesayeta têkoşer Sakîne Cansiz de ji destpêka vê tevgerê ve dengê azadiya jinan bilind bûye û rêxistina wan mezintir bû. Rêber Apo bi kedeke mezin li hemberî zîhniyeta desthilatdar û kapîtalîst bi têkoşîneke xurt dest bi doza azadiya jinan kir. Sîstema baviksalar hewl dide civakê tune bike û di kesayeta jinan de vê yekê pêk bîne ji ber ku tu rol nedabûn jinan ku hebûna xwe mayinde bikin. Her wiha pirsgirêka jinan weke pirsgirêkeke esasî ku çareser bibe nedidît. Her çiqas jin îro di aliyê ziman, bîrdozî û çandê de were tunekirin wê demê civak jî tê windakirin. Hêzên serwer xwestin vê bi taybetî li Kurdistanê pêk bînin. Ji ber ku em civakek ewqas xwedî dîrokeke dewlemend in û hemû hêz dixwazin ji welatê me bibin xwedî par û civaka me ber bi helandinê ve bibin. Mebesta Rêber Apo ev bû ku destpêkê doza jinan û civakê çareser bike wê demê mirov dikarin di welatê xwe de bi aram bijîn. Rêber Apo jinan kir xwedî bîrdoziya rizgarkirinê û êdî dengê jinan li cîhanê xwe belav kir.”

‘Dema pêşengî di şexsê jinan de çêbû êrîşeke mezin li ser Rêber Apo bi pêş ket’

Netewî Xemgîn da zanîn ku bi pêşketinên destkeftiyên jinan re êrîşeke mezin li ser şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat çêkirin û wiha pêde çû: “Di cewherê jin de sîstemeke demokratîk heye û dikare sîstemek rast ji jiyanê re bide avakirin. Ji bo wê dema bîrdoziya rizgariya jinan ket meriyetê de hemû jin li derdora wê kom bûn. Ger jinan îradeya xwe di vê bîrdoziyê de nedîtibûna û baweriya xwe pê neanibûna, nikaribûn destkeftiyên xwe bigihînin roja me ya Îro. Dema pêşengî di şexsê jin de bi pêş ket êrîşeke pir mezin li ser kesayeta Rêber Apo bi pêş ket , sedam esasî jî ji ber Rêber Apo xwest doza jin û welat çareser bike. Dewlet û sîstemên heyî îro Rêber Apo di tecrîdeke giran re derbas dikin. Sîsteman li ser bingeha bindestiya jin û welat hêza xwe birêve dibe û pejirîna îradeya jin û civakê weke xeterî ji bo xwe dibînin. Sîstemên serwer pêşengiya jin qebûl nekir ji bo wê komploya navneteweyî pêşxistin. Her çiqas dewlet dijbertiya wan hebe lê di mijara jin û Kurd de dibin yek û li dijî me plana bi pêş dixin. Rêber Apo li hemberî sîstema kapîtalîzmê sîstema netewa demokratîk bi pêş xist ev hemû hêz da jinan. Dîlgirtina Rêber Apo û tecrîdkirina wî heya niha jin qebûl nakin û ji bo wê rizgakirina wî ya fizîkî têdikoşin.”

‘Sîsteman bi dîlgirtina Rêber Apo bazarê li ser tunekirina projeya netewa demokratîk ava kirin’

Netewî Xemgîn bal kişand ser tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatiye meşandin û têkoşîna jinan ji bo şikandina vê bilêv kir û ev tişt got: “Sîsteman bi dîlgirtina Rêber Apo re bazarên xwe li ser tunekirina projeya demokratîk ava kiribûn, berovajî wê zêdetir ev proje hemû netew hembêz kirin û mayinde bû. Jinên Kurd bi taybetî îro bûne sembola têkoşînê, ev yek di şerê li dijî DAIŞ’ê û li dijî dewletên hegemon de derket pêş. Îro di vê sîstemê de jinên Ereb, Tirkmen, Aşûr û Sûryan hene û hemû azadiya xwe di vê sîstema netewa demokratîk de dibînin. Sîsteman tu tiştek ji bo jinan nekirine û îro jî mafên xwe dibînin der heqê jinan de biryaran bigrin, pêwîst e ev rastî werin dîtin. Bandora şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deng vedaye û belav bûye. Dirûşma Rêber Apo “Jin jiyan azadî” ne tenê dirûşm e, bi keda rêbertî bû bîrdozî û jiyan. Pêwîst e em di jiyana xwe de her roj azadiyê hîs bikin. Dema îro Rêber Apo tecrîd dikin di şexsê wî de jiyanê tecrîd dikin. Ev tecrîd wê tu carî herikîna rihê têkoşîna jinan nede sekinandin. Dema Rêber Apo tecrîd dikin dixwazin xeta azadiyê bêdeng bikin lê dema her jinek xwesteka wê ya azadiyê hebe, xeta Rêber Apo wê di riya têkoşînê de bidomîne. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî jinan e.”